FLAŞ - Amerîkayê bo girtina Reqayê piştgirî da operasyona YPGê

06-11-2016
RÛDAW
Nîşan Amerîka Nûnerê Obama Brett McGurk DAIŞ Reqa HSD YPG Tirkiye Mûsil Barzanî Ebadî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Nûnerê Barack Obama yê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk ragihand, Amerîka, bo rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê DAIŞê, piştgiriyê dide operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) serkêşiya wê dike.

 

Brett McGurk, îro yekşemî 6ê Mijdarê li bajarê Emman ê paytexta Urdinê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ku ew dê piştgiriyê bidin operasyona kontrolkirina Reqayê, ya ku HSDê îro bi fermî destpêkirina wê ragihand.

 

Brett McGurk ragihand, ew agahdarî daxuyaniya îro ya HSDê ya derbarê destpêkirina operasyona kontrolkirina Reqayê de nebûne, lê weke prensîp ew piştgiriyê didin wê operasyonê.

 

McGurk tekez kir, ku ew dê piştgiriya emsanî ya operasyona girtina Reqayê bikin.

 

Nûnerê Obama di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, herwiha li ser rola Tirkiyê di operasyona girtina Reqayê de jî da xuyakirin, ku Tirkiye dê beşdarî vê operasyonê bibe.

 

Tirkiye çendîn caran bi israr ve ragihandiye, ku hêzên wî welatî dê tevli operasyona Reqayê bibin.

 

Enqere herwiha bi tundî dijatiya beşdarbûna şervanên HSDê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di operasyona Reqayê de îlan kiriye.

 

Li gel wê çendê, rayedarên Amerîkayê û bi taybet Pentagonê ragihandine, ku Hêzên Sûriya Demokratîk dê weke hêzeke sereke beşdarî operasyona girtina Reqayê de bike.

 

Operasyona Mûsilê

 

Brett McGurk amaje bi operasyona Mûsilê jî kir û ragihand, ku hêzên iraqî pêşketinên baş bi dest xistine û gelek cih ji detsê DAIŞê rizgar kirine.

 

McGurk li ser alîkariya navbera hêzên beşdar di operasyona Mûsilê de jî got, ku hemahengiyek gelek baş di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên iraqî de heye.

 

McGurk amaje bi serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo Herêma Kurdistanê kir û tekez kir, ku civîna navbera Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî erênî û giring bû.

 

Nûnerê Obama di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, destnîşan kir, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî soz daye, ku rê bi binpêkirina mafên welatiyên sivîl li Mûsilê nede.

 

Brett McGurk got, ew dê lêpirsînê derbarê her core binpêkirinên mafên mirovan ên derheqê welatiyên sivîl ên Mûsilê de pêk bînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst