Galeriya wêneyan

02-08-2018
14 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Koçber Bîrkar di sala 1978an de li gundê Nê yê ser bi Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Ew ji gundekî Kurdistanê çû û di penaberiyê de mezintirîn medalyaya cîhanî ya warê bîrkariyê bi dest xist.

 

Doh çarşembî 1ê Tebaxa 2018an li bajarê Rio de Janeiro yê Brazîlê merasîma xelata Fields a bo bîrkariyê (matematîkê) birêveçû, ku di wê merasîmê de çar kesan xelat wergirtin, û yek ji wan jî zanayê Kurd, Koçer Bîrkar bû.

 

Xelata Fields ku weke "Nobela di warê bîrkariyê de" tê zanîn, ji sala 1932an ve ji wan kesan re tê dayîn ku di warê bîrkariyê de dahênanê dikin.

Koçer Bîrkar profesorekî bîrkariyê û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û dema çend salan e ku li Brîtanya di penaberiyê de dijî.

Koçer Bîrkar ji kovara zanistî ya Quanta re diyar kiriye, dema ku li Zanîngeha Tehranê xwendekarê lîsansê bûye, çûye Brîtanyayê û daxwaza mafê penaberiyê kiriye. Bîrkar dibêje: “Dema diçûm cihê ku tîma bîrkarî li wir dixwend, wêneyên serkeftiyên xelata Fields li ser dîwarê hatibûn daliqandin. Min li wan temaşe kir û ji xwe re digot, gelo rojekê ez ê bikarim yek ji wan bim? Dema ez li Îranê bûm, heta nizanibûm ez ê bikarim biçim welatên rojava.

Derbarê dema zarokatiya xwe de, Koçber Bîrkar di Facebooka xwe de nivîsandiye: “Bi qasî ku tê bîra min, yekemîn car ku min hez ji bîrkariyê kir, ez di qonaxa pêncem a dibistanê de bûm. Gelek jî pê ve mijûl nedibûm, lê belê min baş jê dizanî. Renge ji ber başiya mamostayê me bûbe.”

Koçer Bîrkar piştî wergirtina xelatê got: “Ez hêvîdarim ev nûçe keniyê bixe ser lêvên 40 milyon kurdên cîhanê.”

Koçer Bîrkar di sala 1978an de li gundê Nê yê ser bi Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û weke ku xwe dibêje, her ku wî çavê xwe vekiriye, şerê Iraq û Îranê destpê kiriye.

Di sala 2000 de Bîrkar weke penaberekê çûye Brîtanya û niha li zanîngeha Cambridge ya wî welatî mamosta ye.