Galeriya wêneyan

01-01-2019
10 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AFP

 

Pêncî sal berî niha bajarê Matera li Îtalyayê ji ber rêjeya zêde ya hejarî û paşketinê, weke bajarê Şermezarî dihate naskirin, lê belê bo sala 2019 weke paytexta kulturî ya Ewropayê hat destnîşankirin.

Serokê Şaredariya Matera, Rafaelo Rugerî ji medyayên welatê xwe gotiye: Belê rast e, em ji şermezariyê ve ber bi serbilindiyê ve çûn.

Di 50-60 salên bihorî de piraniya xelkê Matêra di rewşeke pir xirab a aboriyê de bûn, ku beşek ji wan di nava şikevtan û bêyî elektirîk û ava vexwarinê dijiyan û beşek ji zarokan jî tûşî Malaryayê bibûn.