Hewlêr (Rûdaw) – Amed Spor berî roja lîstika bi Sîvas Belediyesporê re çû bajarê Sîwasê lê ti hotelan cih nedan wan.
Amedspor ku di Grûpa Sor a Lîga 2yemîn a Spor Totoyê de lîstikên xwe berdewam dike, wexta li Sêwasê ji aliyê hotelan ve nayê qebûlkirin, bi mecbûrî 40 kîlometre ji bajêr dûr li otelekê dimînin.
Herwiha Amed Sporê li ser hesabê xwe yê twitterê da zanîn ku ji bo maça bi Sîwas Belediyesporê ti hotelan cih nedaye me û me jî bi mecbûrî oteleke ji bajêr 40 km dûr, man.
Lîstika Sîwas Beledîyespor – Amed Sporê sibê (15 Adarê) di saaet 13:00an de li Komleksa Sporê ya Mûhsîn Yazicioglû dê were lîstîn.



