Nizhny Novgorod (Rûdaw)- Kurdekî êzîdî li Rûsyayê, dibe keşeyê dêrekê li bajarê Nizhny Novgorodê piştî ku ola xwe diguhere û dibe mesîhî.
Li gorî amaran 122 hezar kurdên êzîdî li welatên Sovyêta berê dijîn, (40 hezar êzîdî li Rûsyayê, 60 hezar li Ermenistanê û 20 hezar li Gurcistanê û 2 hezar jî li Ukraynayê.)
Hinek ji van êzîdiyan dibin mesîhî û endamên dêra Ortodoks. Keşe Meday Mahemdî jî niha kurdekî Ortodoks e.
Mahemdî çîroka guherandina ola xwe ji Rûdawê re got ku, malbata wî ji Bakurê Kurdistanê koçî Gurcistanê kiriye û ew li Gurcistanê ji dayik bûye. Li wir nola her zarokekî êzîdî bi mezinan re beşdarî merasîm û sirûdên olî yên êzîdî bûye.
Lê belê zarokên êzîdî diçûne dêran jî: “Dema ez zarok bûm, ez tevî xizmên xwe diçûm dêra Ortodoks, li malê îkonên me hebûn. Rojên yekşemê û di cejnan de, me mûm pêdixistin. Lewma Rojperestî û çûna dêrê di heman demê de li ba me normal bû. Lê hertim meyla min bêhtir ber bi mesîhiyetê de diçû.”
Mahemdî sala 2002 berê xwe dide Moskow û li wir diyariyek jiyana wî diguhere: “Li Moskowê Încîlek wek diyarî dane min. Min hingê dest pê kir. Min rojê 4-5 demjimêran Încîl dixwend. Hin şevan xew nediket çavên min û min her Încîl dixwend. Min dikir û nedikir, ez ji xwendina wê têr nedibûm. Piştî ku min Mesîh nas kir, ev yekem têkiliya min bi Xwedê re bû, vê hemû jiyana min berevajî kir.”
Gelo di ola êzîdî de têkilî bi Xwedê re tune? Meday Mahemdî dibêje: “Di ola êzîdî de, nêzîkbûna ji Xwedê tune. Ti yekbûneke zindî di navbera mirovan û Xwedê de tune. Ti têkiliyek bi Afirîner re tune. Xwedawendê êzîdiyan ji mirovan pir dûr e.”
Merasîma Baptîzmê jê re tê kirin
Piştî ku baweriyeke tekûz li ba Meday peyda dibe, diçe dêrê bo pêkanîna merasîma şûştinê (Baptîzmê). Meday got: “Min biryar da ku ez bême şûştin. Ez çûme dêrê. Di dema nimêjê de bûn. Tenê 2 xulekan domand. Ji nişkê ve, min hest bi giraniyê kir. Dûre keşeyekî ji min re got canekî xirab di nava wan kesan de ye ku nehatine şûştin (Baptîzmkirin) û ew can nahêle ew kes here ba Xwedê. Ez çûme bajarê Nizhny Novgorodê. Li wir min keşeyek nas kir ku rojê çend demjimêr ji dema xwe vediqetand da ku min bi başî amade bike. Min pir jidil xwe ji bo Baptîzmê amade dikir. Ez vê wek karê herî giring ê jiyana xwe dibînim.”
Meday cara duyemîn di sala 2007 de li ser destê keşeyekî bajarê Nizhny Novgorodê merasîma Baptîzmê pêk tîne: “Gava ez çûme dêrê, keşe bi girnijîn ji min pirsî, tu dixwazî birevî? Dûre merasîmê dest pê kir. Dema keşe dua kir û destê xwe danî ser serê min, ez ji hiş çûm. Dema ez hatim ser hişê xwe û min çavên xwe vekir, min dît ez li ser kursiyekî rûniştime û keşe ava pîroz li min direşîne. Piştî Baptîzmê, me mûmên pêxistî hildan, nîşana yekbûna dayîmî bi Mesîh re. Em sê caran li dora hawûza Baptîzmê meşiyan. Êdî dilê min bi tevahî guherîbû.”
Xizmên wî çi gotin
Ola êzîdî oleke girtî ye û kesî qebûl nake û kesê ku ji vê olê derkeve jî xizmên wî xwe jê bêrî dikin û wî ji mîratê bêpar dikin. Lê Mahemdî dibêje:
“Malbata min hertim nerîna wan baş bû li hember Ortodoks. Her wek hemû êzîdiyan, wek min berê jî got êzîdî dikarin herin dêrê û li malên xwe îkonan deynin. Lê êzîdî merasîma şûştina mesîhî pewist nabînin. Çimkî giringiya vî karî fam nakin.”
Meday pê de diçe û dibêje: “Gava min ji wan re got ez dixwazim bême şûştin, ew razî nebûn. Dûre gotin baş e, lê ne niha, demeke din. Di dawî de min ji wan re got ku ez amade me bême şûştin. Xizmên min bi giştî ji vê biryara min hers bûn. Lê bi dilovaniya Xwedê hemû hatin şûştin, yek bi yek, bi vîna Xwedê yên din jî dê bên şûştin. Ez kêfxweş im ku ez bikêr hatim bo anîna xizmên xwe û çend kurdên din bo nav vê olê.”
“Bi deh hezaran kurd bûne mesîhî”
Meday dibêje ew ne tekane kurdê êdîzî ye li Rûsyayê ku bûye mesîhî: “Hejmara kurdên mesîhî nayê zanîn. Lê tê texmînkirin ku bi deh hezaran bin. Ev hejmar berdewam zêde dibe. Li Rûsyayê kurdên Ortodoks pir in. Eger Xwedê bereketê lê bike, ez hêvîdar im navendeke kurdên Ortodoks li Moskow bê damezrandin.”
Wî herwiha got: “Niha li Gurcistanê, kurd bi kom dibin Ortodoks, dikarim bêjim ji sedî 30 ji kurdên êzîdî yên Gurcistanê bûne mesîhî.”
Meday Mahemdî ku niha karê Mizgîndanê (tebşîrî) bo dêra Ortodoks dike, dibêje ne tenê kurdên êzîdî dibin mesîhî, lê belê kurdên misilman jî dibin mesîhî:
“Berdewam kurdên misilman li Rûsya û Kazaxistanê û gelek cihên din dibin mesîhî. Lê ev prose di nav êzîdiyan de çalaktir e, çimkî ji kevn de êzîdî mesîhiyan ji xwe re dost dibînin.”
“Ola êzîdî têkilhev e”
Di ola êzîdî de, çend çîn hene wek şêx, pîr, mirîd û feqîr. Meday ji çîna mirîdan bû. Ew dibêje di ola êzîdî de gelek tiştên ne eşkere hene û wek mîna behsa du pirtûkên êzîdiyan Cîlwe û Meshefa Reş dike ku ya pêşîn di sedsala 12an de hatiye komkirin û ya duyem jî di sedsala 17an de: “Ev herdu pirtûk dijhev û nakok in û di wan de dîrokeke têkilhev heye ku bi xeletî ji Pirtûka Pîroz hatine wergerirtin. Êzîdiyan hinek tişt ji ola mesîhî wergirtine. Mîna Baptîzmê, êzîdî jî sê caran noqî avê dibin û serê xwe kurr dikin.”
Rênîşanderê wî hat terorkirin
Meday Mahemdî niha bi berdewamî kar dike da ku kurdên bêhtir li dorhêla dêrê kom bike û di wê baweriyê de ye ku ewê di vî karê xwe de biser keve, çimkî bawer dike ku Xwedê piştevaniya wî dike.
Şîretkarê Meday keşeyek bi navê Danyal Sîsoyêv bû ku Mahemdî wî fena rênîşanderê xwe yê ruhî binav dike û dibêje: “Ew jî berê misilman bû û dûre bû mesîhî. Çend caran ji hêla misilmanên radîkal gefa kuştinê lê hat kirin, heta sala 2009 li Moskow ji aliyê radîkalan di dêra xwe de hate kuştin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse