Di heyama kêmtirî mehekê derbasbûyî de, rêxistinên siyasî û leşkerî yên di bin sîwana PKKê de bi navê Rojhilatê Kurdistanê hatine avakirin, daxuyanî û gotarên xwe yên li hember Îranê tund kirine. Rêxistina bi navê YRK (Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê) jî qala egera şkînandina “girbesta” li gel Îranê kiriye.
Di vir de mijara gotinê zêdetir siyaseta PKKê ya li hember Îranê ye û pirs jî ev e; ka gelo PKK bi niyete çi bike? Gelo dê ji Îranê dûrbikeve yan li gorî rewşa navçeyê xwe biguncîne?
Dubendiya vê mijarê ew e, ku hê jî li Rojhilat veguhertinek di siyaseta PKKê ya li hember Îranê de çênebûye. Lê xwezaya pragmatic a vê hêzê dihêle ku xwe li gorî qonaxên veguher û bûyerên di dema pêş de dibe bibin, amade bike. Çavê PKKê li qada siyasî ya Rojhilat e û naxwaze hêzên din ên rojhilatî ji wî bihêztir bibin. Ji bilî vê yekê, egera dubarebûna modelekî hevşêweyê Rojava li Rojhilatê Kurdistanê, hesabên jeosiyasî yên PKKê tevlîhev dike.
Helgurd an jî Qendîl, kîjan dê bibe remza nû ya Rojhilat?
Ji sala 2011ê ve, PKKê liv û tevgera xwe ya li Rojhilat sistkir û hilavêst. Di bingeh de, yan jî rasttir bêjim, baskê Osman Ocalan û Nîzamettîn Taş PJAK ji bow ê yekê avakirin da ku weke navgîna xwe nêzîkkirina Amerîkayê bikarbînin. Wan bawer dikir, ku Amerîkayê dest li Iraqê bilind kir û dê dora Îranê jî were. Li gorî hesabên wan, bi damezrandina PJAKê him dikarin xwe nêzîkî Amerîkayê bikin û him jî kurdên Rojhilatî yên navxwe jî razî bikin. Bi vî awayî deriyekê jî ji bo rewşa siyasî û leşkerî ya xetimî ya li Bakûrê Kurdistanê re bibînin, ku piştî girtina Apo peyda bibû.
Lê şkestxwarina projeya Ocalan û Taş, ev hesab serûbin kirin. Di destpêkê de piraniya damezrêner û kadroyên rojhilatî yên vê partiyê, dest jê berdan. Her çend, car caran li gel hêzên ewlekariya Îranê hinek pevçûnan rrûdabin jî lê ev ji bo PKKê û ji bo Îranê jî tiştekê kontrolkirî bû. Lewma ti caran nebû şerekî berfereh.
Pevçûnên dem bi dem ên li gel pasdarên Îranê, ji bo PKKê dihate wateya berhemanîna şervan û cengaweran ji hewuza Rojhilat. Ji ber ku Bakûr rastê girift û arîşeyan hatibû. Ji bo Îranê jî rêyek bû ji bo guvaşxistina ser sînorên Herêma Kurdistanê. Dihişt ku li gel Tirkiyê gefeke hevbeş pêkbîne, rê nede hêzeke nû derbikeve û herwiha hêzên kevin ên Rojhilatî rêya vejiyanê peyda bikin.
Bahara erebî û qeyrana Sûriyê hemû tişt guhertin û têgihiştina Îranê ya derbarê gefên derveyî zêdetir bû. Lewma ji aliyê ewlekariyê ve sînorên xwe tundtir kir. Ji Makoyê heta Serdeştê, heta Merîwan û Kirmanşanê, li ser çiyayan baregahên nû yên leşkerî danîn, rê û elektrîk ji bo wan kişand. Di vê çarçoveyê de jî bi rêya “agirbest” an jî bi “gef”, Çiyayê Casûsan ji PKKê stend. Bi vî awayî lit û tevgera Qendîlê ya di arasteya Rojhilat de kêm bûn.
Guhertinên siyaseta navdewletî û rewşa Îranê ya di navbera salên 2015 û 2017ê de moral da partiyên Rojhilatê Kurdistanê da ku careke din berê xwe bidin çiyayan, bi vî awayî derdora Çiyayê Helgurd ji xwe re kirin cîh û mesken.
Eger hebûna pêşmerge ya li Helgurdê hêdî hêdî bibe sedema berhemanîna hêzê, bê şik û guman, PKK vê ji xwe re baş nabîne. Çimkî ew xwe weke meydandarê nû ya siyasetê li Rojhilat dibîne. Yek ji rêya vê jî ew e, ku vegere qonaxa pêş sala 2011ê. Wate; dest bi gotarên tund bike û li dijî Îranê çalakiyên bi sînor lidarbixe!
Tevgera hêzên Demokrat û pevçûna li Sineyê, paşî bûyerên li ser sînor û piştre bombebarana Îranê, hişt ku PJAK behsa hilweşandina “agirbesta” li gel Îranê bike. Ji bo PKKê ne hêsan e ji gel re eşkere bike ka çima Îran li ser sînor baregahên Komele û Demokratan bombebaran dike lê hêzên PKKê bi aramî li wan sînoran dimînin.
Ev yek û vejiyana partiyekê Rojhilat jî dikarin hawuza mirovî ya PKKê li Rojhilat hişk bikin. Lewma naxwaza Helgurd bibe rûçikê nû yê zîndîbûna tevgera kurdî li Rojhilatê Kurdistanê. Bêguma dê paşeroj diyar bike ka dê ji Helgurd yan jî Qendîlê, kîjan bibe remza Rojhilat.
Rewşa navçeyê û hesabên jeosiyasî yên PKKê
Roj bi roj çeper û hevsengiya hêzê ya li herêmê zelaltir dibe. Ev yek jî dibe sedem, ew bingeh û serdema, ku PKKê dikariya di heman demê de li çend eniyên cuda siyasetê bike, ji holê rabe. Hê ev serdem bi dawî nebûye lê di destpêkê de ye. PKK li Bakûr di binbesteke siyasî-lşekerî de ye lê li Rojava ligel Amerîkayê tevdigere. Ev yek jî PKKê ji Îran û Sûriyê dûrdixe û ber bi eniya Amerîka û erebên sunnî ve pal dide. Dikarin vê rastiyê di nava daxuyaniyên berpirsên PYDê yên derbarê nehiştina çûna Heşda Şeibî ya nav sînorên Sûriyê jî bibînin.
Haya PKKê li eniya Amerîkî-Xelîcî heye, ku dixwaze qirika planên Îranê bişidîne. Lewma jî xwe weke hêza herî amade dibîne da ku di projeya rûbirûbûna Îranê de cîh bigre. Piştî operasyona Reqa û DÊrezorê, eger Amerîka û Erebîstana Siûdî bi niyeta destwerdana Îranê bin, wê demê PKK jî dikare berê xwe bizivire Rojhilat.
Eger PKK li Rojhilat bibe hêzekî bi bandor û modelekî hevşêweyê Rojava (çi bi hevkariya Amerîkayê be çi jî mîna modela destpêkê ya Rojava) ji Makoyê heta Efrînê kevanekê ser sînor çêbike, bi piştgiriya girseyî û şiyaneke lojîstîkî yê mezin dê Tirkiyê bixe nava çemberê. Ne tenê Tirkiyê, herwiha neyarê xwe yê kurd, wate PDKê jî dixe nava çamber û dorpêçê û serweriya xwe ya siyasî-leşkerî li cografyayekî pehn û kûr de saxlem dike. Ev yek jî PKKê (di navbera aktorê navdewletî û aktorê dewletî de) li harêmê dike aktorekî siyasî.
Helbet eger heta wê demê berpirsên pilebilind ên PKKê li Qendîlê bin û heta wê demê navbera xwe ya li gel Îranê têk nedin, gotinên li ser hilweşandina agirbestê jî nabe mijareke stratejîk, dikare di çarçoveyekê stratejîk de were dîtin.
Wate, zêdetir ji bow ê yekê ye, ku giringî û bandora liv û etvgera Komele û Demokratan kêm bike û hewuza xwe ya kişandina şervanan biparêze. Lê ji aliyê stratejîk ve PKK hesabê rewşa herêmê jî dike. Lewma, egera dûrketina ji Îranê û vekirina eniyeke nû ya li dijî Tehranê, weke tiştekî dûr naxuyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse