Waneyên kurdî ji ezmûna Îsraîlê

27-07-2014
DAVİD ROMANO
A+ A-

Kurdên Iraqê hinek caran li dewleta ziyonîst dinêrin, da ku waneyên dirustkirina dewletê jê werbigirin. Cihûyan karîbûn di dawî de zora hemû kambaxî û bobelatên xwe bidin û dewleteke bihêz ji xwe re ava bikin.

Beriya damezrandina Îsraîlê Cihû wek kêmîne li welatên din bela wela bibûn. Hinek caran li wan welatan rewşa wan baş bû û karîbûn geş bibin û hinek caran jî li hinek deverên din dihatin çewisandin û perçiqandin û bi kom dihatin kuştin û qirkirin. Li ba gellek Cihûyan damezrandina Îsraîl vegerandina wê rûmet û şanaziyê bû ku Cihûyan beriya çend sedsalan ji dest dabûn, ji ber jiyana wek kêmjimar li jêr dilovaniya kesên biyanî. Ew demeke dûrûdirêj wek qurbanî jiyabûn, li taxên xwe nedihatin qebûlkirin û dihatin perçiqandin.

Ne pirr zehmet e ku em fêhm bikin ji ber çi Kurd hevxem in li hember wê ezmûna Cihûyan. Her çiqasî pirraniya gelên deverê li dijî wan in, lê Kurd, nemaze jî Kurdên Iraqê, hevxemiya wan li hember Îsraîlê heye. Ji ber tiştekî hevkariya Îsraîlê tê bîra wan ku di salên 1960 û 1970an de dişandin ji şoreşa kurdî re. Çend dehsal bûn ku Îsraîl dijmina serhişk a dijminê Kurdan bû, ku ew jî Bexda ye.

Lewma ne ecêb e ku havîna îsal Îsraîl yekemîn dewlet bû ku petrola Kurdistanê kirrî û yekemîn dewlet bû ku piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê bi eşkereyî ragihand. Herweha li Îsraîlê dora 100 hezar Cihûyên Kurd hene ku ji Zaxo, Kerkûk, Silêmanî û beşên din ên Kurdistanê ji hêla rêjîma berê hatin qewitandin, ku ev bûyer di salên 1950an de qewimî. Ev Cihû heta niha jî şanaziyê bi nasnameya xwe ya kurdî dikin, lê “Cihûyên Ereb” pirr ji mêj ve xwe ji nasnameya erebî bêrî kirine.

Her çiqasî li Başûrê Kurdistanê pirr kêmîne hene, nemaze Ereb, Turkmen û Mesîhî, dirustkirina dewleteke kurdî nayê wateya ku ev kêmîne divê di heman derdeseriyê de derbas bibin. Dewleta serbixwe ya Kurdistanê dibe ku rastî hinek kêşeyan bê ji hêla kêmneteweyên xwe ve, nemaze eger navê wê dewletê û hêmayên wê ji nasnameya etnîk a kurdî bên wergirtin. Hinek grûp û kêmnetewe dibe ku nikaribin wê dewletê wek dewleta xwe bibînin.

Pirraniya Kurdan Misilmanên Sunnî ne, ev jî egera wê yekê ku bên piştguhkirin kêm dike, lê metirsiya wê yekê ku bibin beşek ji şerê Sunnî û Şîeyan ku li navçeyê belav bûye, zêde dike. Lê kêşeya mezin li pêşber serxwebûna Kurdistanê ewe ku Kurdistan bêyî derya ye û bi axê dorpêçkirî ye. Lewra dewleta serbixwe ya Kurdistanê neçar e bi xurtî pişta xwe bi derdor û cîranên xwe girê bide.

Her çawa be, lihevçûneke mezin jî heye. Kurdistan jî (wek Îsraîl) xwediyê gelekî ye ku pirr di xema lêgerînê de ne li dû ewlekarî û rûmetmendî û welatekî ku wek welatê xwe bibînin. Gelekî bi vî terzî dikare hin tiştan pêk bîne ku ne cihê bawerpêkirinê be. Her wek çawa Cihû amade bûn xwîna xwe û kesên din ji bo avakirina dewleta xwe birijînin, niha heman amadebûn li cem Kurdan jî heye.

Wek çawa Cihûyan bi çend salan beriya 1948ê dewleta xwe ya de facto li Filistînê ava kiribûn, ev çend sal in Kurdan jî xwedî otonomî ne û xwe ji bo serxwebûnê amade dikin. Herwiha wek çawa heta niha jî Îsraîl ji ber nakokiyên sînor dinale û xwîna xwe li ser dide rijandin, wiha jî dewleta bê ya Kurdistanê jî rastî heman eger û rewşê dibe.                       

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst