Belaya DAIŞ ji ya Ebolayê mezintir e

23-10-2014
Besam Mistefa
A+ A-

Cîhan niha rastî du belayên mezin û zor hatiye ku yek ji wan rêxistina terorîstî ya DAIŞê ye û belaya din jî vîrûsa Ebolayê ye ku li kişwera Afrîqayê serî hildaye û gefan li seranserê dinyayê dixwe.

Metirsiya DAIŞ ji ya Ebolayê zêdetir e, lê metirsiya herî mezin ew e ku ev rêxistina terorîstî hewl bide sûdê ji vê nexweşiyê bibîne û mirovatiyê bi giştî bixe ber tirs û tehdîdeke rasteqîn, bi taybetî piştî ku DAIŞê karîbû hinek çekêm kîmyayî yên rêjîma Beşar Esed bi dest bixe ku beşek jê li Kobanî dijî şervanên Kurd bikar anî.

Di sala 1976an de, cara pêşî nexweşiya Ebola li Nijer û Kongo hat kifşkirin. Ew vîrûseke kujer e û bi riya ajelan digihe mirovan û dikare ji mirovekî bigihe yekî din û belav bibe. Heta niha dermanê vê nexweşiyê nehatiye dîtin û ji sedî 50 heta 90 ji nexweşên xwe dikuje. Ev vîrûsa xedar niha li Ginea, Sierra Leone û Liberyayê belav bûye û ketiye paleyiya canê mirovan.

Lê tişta herî tirsdar ew e ku ev vîrûs wek yek ji çekên biyolojîk tê hejmartin. DAIŞ ne yekem grûpa terorîstî ye ku hewl dide vê vîrûsê wek çekek biyolojîk bikar bîne. Di sala 1992an de, grûpa japonî Aum Shinrikyo hat tohmetbarkirin ku ew difikire vîrûsa Ebola wek çekek terorîstî bikar bîne. Serokê vê komê Shoko Asahara 40 alîgirên xwe birin Zayîrê bi hênceta rûbirûbûna vê nexweşiyê, lê armanca wî bidestxistina çend nimûneyên vîrûsê bû.

Berî demekê hin zana û çavdêrên serbazî yên amerîkî û brîtanî ragihandin ku egera wê yekê heye DAIŞ vîrûsê Ebola wek çekek biyolojîk bikar bîne, wek alaveke xwekuştinê û belavkirina nexweşiyê li dewletên rojava, nemaze ku çekdarên DAIŞê baweriyê bi kiryarên xwekuştinê û kuştina mirovan tînin û ev ji wan re dibe rêyeke hêsan.


DAIŞ dixwaze vîrûsa Ebolayê wek çekek biyolojîk bikar bîne


 

Bi ya min jî DAIŞ ku kîndariya dinyayekê vedihewîne, dikare hemû tiştî bikar bîne bo pêkanîna armancên xwe ku, êdî Iraq û Şam têra wan nakin û heta Roma û Vatîkanê jî dirêj dibin! Berevajî boçûn û hizrên gellek kesan, ti pêwendî di navbera Îslama rasteqîn û DAIŞ de nîne. Dibe ku hin alîgirên DAIŞê ev derewa mezin bawer kiribin ku qaşo ew ji bo vegerandina xelafeta îslamî û avakirina dewleteke îslamî şer dikin. Lê di rastî û pratîkê û di kiryarên DAIŞê yên rojane de, ferman û xilsetên Îslamê qet nayên dîtin.

DAIŞ nûnertiya ola Îslamê nake. Rast e, hin musilmanên biyanî di nav wan de hene, lê beşekî mezin ê DAIŞê, bi taybetî li Iraqê, ji alîgirên partiya Baasê û rêjîma nemayî ya Sedam Hisên pêk tê. Endamên DAIŞê vodkayê noş dikin û wêneyên Sedam bi jûrên xwe ve dadileqînin. Di dema rizgarkirina navçeya Rebîe de berî çend rojan ji hêla hêzên pêşmerge ve, efserekî Kurd bi kamêraya mobayla xwe hin wêne girtin ji tiştên ku DAIŞê li şûn xwe hiştibûn.


Endamên DAIŞê vodkayê noş dikin û wêneyên Sedam bi jûrên xwe ve dadileqînin


 

Di qulikên DAIŞiyan de botlên vodkayê hebûn û herwiha wêneyên Sedam Hisên. Ji xwe ew yek ku DAIŞê berê xwe ji Bexdê û deverên Şîeyan guhert û li kurdan sor bû, bi eşkereyî diyar dike ku DAIŞ grûpeke şovenîst e û têkbirina gelê Kurd yek ji armancên wê yên herî sereke ye. Lê DAIŞ jî û cîhan jî dizanin ku nehiştina vê koma terorîstî ya bihêz dê li ser destê kurdan bi xwe be.

Vîrûsa DAIŞê pirr ji Ebolaya reben xeternaktir e! Di Qur`anê de jî tê gotin ku mirovê ku mirovekî dîtir bê heq bikuje wek ku hemû mirov kuştibin. Bi rastî jî, gellek kujer û tawanbar di îfadeyên xwe de radigihînin ku kuştina yekem mîna evîna yekem e! Ango qet ji bîra mirov naçe û rê vedike li ber kuştina hejmareke zêde ya mirovan.


Vîrûsa DAIŞê pirr ji Ebolaya reben xeternaktir e!


 

Endamên DAIŞê jî niha wiha ne. Ruhiyeta kujeriyê di nav xwîna wan de digere û ew tî û birçiyên xwînê ne. Divê ew her roj bêhna xwîna mirovan bikin. Divê ew her roj serê çend mirovan jê bikin û şerê psîkolojîk û tirsandina xelkê belav bikin. Dibêjin dema mirov bi hovan re şer bike divê hay jê hebe ew bi xwe jî nebe hov. Lê bi ya min ev ji bo dema piştî şer rast e, lewra divê şerê DAIŞê bi stîla wê bi xwe bê kirin. Divê DAIŞ di şerê xwe yê psîkolojîk, ango di qutifandin, terorkirin û tirsandina xelkê de bê şikandin û derbeke bihêz bixwe.

Pêwist e dema DAIŞ nêzîkî bajarekî bi çend kîlometran bibe, şêniyên wî bajarî ji tirsa nerevin û xwe li sînoran nexin. Serkeftina DAIŞê ya herî mezin, şerê bizdandin û têkbirina moral û derûna xelkê ye. Di encama tirsa ku digire ser dilê xelkê û kaosa ku çêdibe, DAIŞ bi rehetî û bê dudilî difikire û planên xwe yên dojehî datîne.

Berî demekê akter û stranbêjê fransî yê bi esl ermenî Çarles Aznavur ragihand ku, terorîstên DAIŞê ti riya diyalog û danûstandinê nehiştine, lewra divê ew baca vê yekê giran bidin û got: "Em bi wan re napeyivin. Ew çawa bikin, emê jî wiha bikin. Hûn me serjê dikin, emê jî we serjê bikin. Yek bi yekê ye. Ger we çavekî me hilkir, emê jî çavekî we hilkin. Ger we destekî me jêkir, emê jî destekî we jêkin."

Niha li Sûriyê jî ku, DAIŞ bûye bela serê şoreşa gelên Sûriyê û dijberên rêjîma Beşar Esed, çend grûpên nû derketine ku armanca wan a sereke tirsandin û tunekirina DAIŞê ye. Hêza "Kefenê Spî" ku berî demekê li parêzgeha Dêra Zor hate damezrandin, û heta niha bêhtirî 100 tawankarên DAIŞê qir kiriye; ragihand ku armanca wan belavkirina tirsê ye di nav endamên DAIŞê de. Serokê vê hêzê jî anîbû zimên ku kefenê spî kefenê mirinê ye ku bendewariya çekdarên DAIŞê dike, ev çekdarên ku ji tawanên derheqê gelê Sûriyê de, berpirsiyar in.


Niha li Sûriyê jî hinek komên çekdar derketine û dixwazin DAIŞê tine bikin


Dibêjin, mirov dereng bigihe baştir e ku qet negihe. Civaka navneteweyî jî niha bi metirsiya DAIŞê hesiyaye û dest bi lêdana wê kiriye. Dibe ku DAIŞ di destpêkê de koremişk bû, lê niha bûye fîlekî qerase ku çep û rast lêdixe, lewra divê şerê qirkirina DAIŞê pirr bi haydarî, bêrehm û bêsekin bê kirin; berî ku ew bi riya çekên kîmyayî yan vîrûsê Ebola (ger bikare bidest bixe) bobelateke kesnedîtî bîne serê hemû mirovatiyê.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst