Kî dikare pêşerojê bixwîne?

13-03-2016
A+ A-
Başûr bi dewletbûnê ve xwe baş girê daye. Rojava di keftûlefta statukoyeke netewî de di qonaxeke baş de ye. Herdu jî hêvî didin mirov. Lê Bakura ji bo hemû beşan xwedî potansiyela diyarker? Tevlîhevî û nediyariya wir, mirov ji pêşerojê dilsar dike.

 

Dewleta tirk ji ber mehneya PKKê, şerê li himberî Kurdan çiqas diçe berfirehtir dike. Taybetmendiyeke serdestên tirk e, xwe her "mexdûr" dibîne, îro jî "mexdûrê terora PKKê"! Hewqas kuştin û rûxandinê bi wê derûniyê dike.

  

Rewş, bûyera ermenîyan tîne bîra mirov

 

Ermenîyan gellek zûtirî Kurdan dest bi xebata neteweyî kiribûn. Tirkan bi 1890an ve bajar bi bajar, herêm bi herêm ew kuştin, koçber kirin, dîrok û çanda wan ji qurm ve rûxand. Êrîş 1915ê zivirîbû nîjadkujiyê, ku wê zirav dabû Hitler da ku Cihûyan qir bike.

 

Îdîaya hevşibiya bûyerên 1894-1915ê û yên îro, ne xelet e? Bersiv: Ma îro desthilatdarên Tirkiyê, ne neviyê nîjadkujerên duh in? Ma bîrdozî, polîtîka û rêbazên duh û îro, ne yek in?

 

Ewleyî dikirin mehne û Ermenî koçber dikirin.

 

Digotin "bi cirmdayînê, wê cihê zirarê tijî bikin".

 

Gava karesat dihat sehkirin, digotin "wê sûcdar bên cezakirin."

 

Hingê jî sîstema dadmendiyê û çapemenî, fermanberên dewletê bûn.

 

Hingê jî dewletên mezin, bi berjewendiyên xwe ve mijûl bûn.

 

Hingê jî qurbanên "baş" û "yên xerab" hebûn.

 

Hingê jî gellekan digot "ma min çi kiriye? Tiştekî bi min nakin!" Lê dor dihat wan jî. Wan nedixwest fêm bikin, ku serdestiya tirk bi xwîna nîjadên din heye.

 

Çar mehên dawî çend bajarên me hatine rûxandin? Çend sedên me hatine kuştin? Çend sed hezar hatine koçberkirin? Û windayiyên aboriyî, dîrokî û çandeyî...?

 

Gav bi gav diçin. Her gavê endamekî laşê me yê netewî dibirin. Bêdengî û dev ji xwe berdana me, zirav dide neyarên mirovahiyê. Weke ku em tevizandibin, weke ku em hînî mirinê kiribin. Ji me weye em mirinê ji xwe dûr dikin, lê ew nêztir dibe.

 

Konsept çi dibêje?

 

Bi ya dewletê, "heya PKK hebe, wê operasyon jî hebin". Bi gotinên eşkere, "heya Kurd dev ji daxwazên netewî bernedin, êrîşên dewletê nasekinin".

 

Da ku tevgera kurd bi terorîstiyê deq bike, serî li ser her rêyî dide.

 

Demografiya çandeyî û siyasî ya herêmên berxwedêr diguherîne.

 

Aboriya civakê dirûxîne.

 

Hêzên leşkerî dike serdestên bajaran.

 

Cerdevaniya bajaran, "Komelên Osmaniyan" ava dike.

 

Derbê li dezgehan legal dide. Dibe dest deyne ser rêvebiriya şaredariyan jî. Sîstema dadmendiyê, wî karî dimeşîne. Hiqûqa tirk a îro, erka Dadgehên Îstiklalê yên serdema 1920an tîne cih.

 

Konsepta îro, ji ya 1920-1940ê dijwartir e û dûcanê encamên erdhejî ye. Lê mirov dikare bûyerê wiha jî şîrove bike: Ji ber ku di pirsa kurd de polîtîkaya dewletê ya 95 salî têk çûye, dewlet serî li ya dijwartir dide, him jî di şert û mercên gellek guherî de. Gelê kurd, ne yê berê ye. Vêga ew xwedî taybetmendî û destkeftiyên nû ye, xwedî hişmendî û tevgereke hemdem e, êdî ji hev ne veqetayî ye û ji dinyayê ne dorpêçkirî ye.

 

PKK û hin pirs

 

Qinyata gelemper a civata kurd ev e, ku PKKê têr hay ji parastina destkeftiyên demokratîk û neteweyî nemabû û ne serwextê plan û amadekariyên dewletê bû. Kurd bi rewşeke bivê nevê re rûbirû man û şok hê jî derbas nebûye.

 

Dewlet bi hemû dezgehên xwe, êrîşî Kurdan dike. Çima di dev de tenê "desthilata AKPê" heye? Taktîk be, bila be. Lê tevî ku AKP û dewlet bûne yek; tevî ku desthilata AKPê, senteza dewletparêziya CHPê, nîjadperestiya MHPê, xwînheziya artêşê, yekpartîtiya 1923-1945ê û dîktatoriya tekîtiyê ye jî, ji sûcên îro şûştina dewletê, bi bîrdozî û polîtîkî şaşitî û qelsiyeke mezin e.

 

Wekî sînorên dewletê û ala wê pîroz tên qebûlkirin, çima hewqas êş? Hemû ji bo hikûmet-guherandinê ye? Çi heyf!

 

Li himberî harîtiya dewletê, berteknîşandan mafekî rewa ye. Lê yên Cizîra Bota rûxandine, yên zarok û pîrên me dikujin divê ne ew Tirkên sivîl bin. Divê cudahiyeke fesîh di navbera çalakiya Kurdan û ya dewletê de hebe. Bila hovîtî para dewletê be. Dewlet hewl dide, ku wêneyê me yê navneteweyî biherimîne. Çima em rêya wê hilû dikin?

 

 

 

Eniya çepgiran

 

 

 

Bi rastî ji 1982yê ve ew hevalbendî heye. Hinek diçin, hinek tên. Ji ber kevneperestiya olî ya AKPê, li himberî Kurdan helwesta nebaş a misilmanên tirk, talûkeya DAIŞ û cîhadiyên din û ji ber tirsa parastina jiyana sekuler û gellek sedemên din, bingehê wê hevalbendiyê berfirehtir bûye. Jixwe ji serî ve ji derdorên misilmanên tirk zêdetir, sekuler, çepgir û Elewîyên tirk nêzî Kurdan in.

 

Parlameterên civakî û jeopolîtîk bi bayê bezê diguherin. Mînak; îro li himberî gefa hêzên kevnepererest û nîjadperest, parastina nirxên sekuler û demokrasiyê, ji çepgiran û Kemalîstan heya emperyalîstên weke Amerîkayê hêzên gellek dûrî hev, tîne cem hev. Ma li başûr û rojavaya Kurdistanê, sedemekî hevbendiya bi Amerîkaya emperyalîst re, ne ev e?

 

Em bêjin dilê çepgirên me yê tirk xwest êrîşî dezgeheke Amerîkaya "emperyalîst" bikin. An jî bi navê "hevkariya emperyalîzmê û paşverûtiyê" êrîşî PDKya Başûr kirin. Hingê rêvebirên PKKê, wê ji hevbend-"hogirên" xwe re çi bêjin? Ango ya talûke, ne hevbendî ye, lê hingofî û hînbûnî ye.

 

Divê êdî em vê mijarê jî zelal bikin: Kîjan bêhtirî emperyalîst e, Amerîka an Tirkiye? Ma divê em bersivê ne ji Cizîriyan hîn bibin?

 

Partiyên kurd ên din ên bakurî, dipirsin: "Çima bi Tirkan re hevalbendî, lê bi Kurdan re ne? Heya bêjî mafê wan heye, lê bi vê pirsê:

 

Çepgirên tirk li Kobanî û Pirsûsê canê xwe dan. Em bêjin PKKê rê neda we. Lê kî rêya li himberî zilma dewletê berteknîşandanê li ber we digre?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst