Kobanî di 134 rojan de

Kobanî di 134 rojan de

Kobanî di 134 rojan de, ew navnîşana filimeke dukmênterî li ser qonax û mofirkên sereke yên cenga Kobanî ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdaw ve hatiye amede kirin, û bi boneya yekemîn salvegera êrîşa rêxistina DAIŞê li ser Kobanî tê weşandin. Filima Kobanî di 134 rojan de, ji qonaxa piştî rêjîma Beis û destpêka dorpêça hêzên îslamî yên radîkal û rêxistina DAIŞê ji herêma Kobanî re destpê dike, û di pişt re li ser sedemên êrîşa rêxistina DAIŞê ya mezin li ser bajarê Kobanî di Êlûna sala borî de, û destpêka wê ji hersê aliyên rojhilat û rojava, û başûr ve berdewam dibe.  

Herweha filima Kobanî di 134 rojan de, li ser koçberiya miletê kurd ji gundewarên herêma Girê Spî - Til Ebyed ber bi bajarê Kobanî ve, û di pişt re jî koçberiya tevahiya xelkê Kobanî ber bi Bakur Kurdistanê ve radiweste,  û berdewm dibe ta nêzîkbûna çekdarên rêxistina DAIŞê ji bajarê Kobanî re, û destpêka destêwerdana hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê li gundewarên Kobanî.

Kontrolkirina kaşê Miştenûr ji aliyê rêxistina DAIŞê ve, û bandora wê yekê li ser moralên şervanên YPGê, derbasbûna çekdarên DAIŞê nav bajarê Kobanî û destpêka şerê kolanan di navbera wan û şervanên YPGê de, ta roja herî teng û dijawr di şerê bajarê Kobanî de, û derketina hemî sivîlan, ew jî hin beşên filima Kobanî di 134 Rojan de. 

Destpêk û tûndiya êrîşên balefirên şer yên hevpeymaniya navdewletî li ser çekdarên rêxistina DAIŞê li nav bajarê Kobanî, û beşdarbûna Pêşmergeyên Kurdistanê di cenga Kobanî de, ta kontrolkirina Kobanî ji aliyê hêzên hevbeş ve, û destpêka vegera xelkê bo welatê xwe, .

Imer Kalo - Rûdaw