Çima PDK li dijî mayîna PKK ye li Şengalê?

Çima PDK li dijî mayîna PKK ye li Şengalê?

Kurdan heta niha li ser rizgarkirina Şengalê li hev nekirine.

Kurdan heta niha li ser çi li hev kirine, ku li ser rizgarkirina Şengalê jî li hev bikin!

Kurdên Êzîdî dibêjin Şengalê ji me re bihêlin, û heqê kesekî tune li ser Şengalê bazarê bike

PKK gerîlayên xwe anîne û li wê derê bi cî kirine û dibêje ez dernakevim û li wir ji xwe re kantonek ava kiriye.

PDK dibêje Şengal beşeke ji başûrê Kurdistanê, wan ji bo rizgarkirina Şengalê 20 hezar pêşmerge amade kirine, û ji PKK dixwaze ji Şengalê derkeve û nebe astegkirina rizgarkirina Şengalê.

Hinek fermandarên Êzîdî jî dibêjin, bila PKK ji wir derkeve û biçe Amedê rizgar bike.

PKK jî dibêje, Kurdistan yek perçe ye û ew ji Şengalê dernakevin.

Kurdên êzîdî bi xwe jî heta niha li ser çawaniya rizgarkirina Şengalê ne hemfikir in.

Şengal ku pira di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de ye, di navbera hêzên kurdî û DAIŞ de perçe perçe bû ye, û kesek nizane ka çima û kengî rizgar bibe.


mêvan:

Heyder Şeşo: Fermandarê Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ)
Elî Ewnî: Endamê serokatiya PDK