Bakurê Kurdistanê di nava agir de ye

Bakurê Kurdistanê di nava agir de ye
Bakurê Kurdistanê di nava agir de ye... 

Her roj bi hezaran xelkê sivîl koçber dibe, ne cî ne jî war. Şer mala wan xerab kir.

30 salin Kurd şer dikin, bi dehhezaran qurbanî, bi hezaran wêrankirina gundan, penaberî, koçberî, bêkarî, belaya ku hate serê Kurdan nahate serê tu kesekî.

Pêvajoyeke aştiyê hebû, hinekî aramî çêbûbû ew jî dawî lê hat û agirê ku hinekî sar bûbû, dîsa pêket.
Sûcdar kî ye? Hikûmet e, yan jî dijberên hikûmetê ne?

Hinek AKP partiyê bi wê yekê tewanbar dikin û dibêjin derdê wê tenê ew bû ku kêşeya di navbera xwe û PKK de çareser bike, derdê wê ne Kurd ne jî pirsa Kurdî bû.

Dibêjin, çima AKP girîngî neda alternatîvan û di çareserkirina pirsa Kurd de ne cidî bû û dawiya siyaseta wê ya şaş jî em li ortê dibînin.

AKP çima nikaribû sînorê nakokiyên xwe û PKK derbas bike û pêvajiyê bike pêvajoya hemû Kurdan û her kesî têde beşdar bike.

Çima derdê AKP, tenê PKK bû, ne Kurd ne jî pirsa kurdî bû? 

Mêvan:
Dr.Ahmet Înan, namzetê APK û mamostayê zankoyê
Osman Ocalan, siyasetvanê Kurd