Şerê Fethullah Gulen û Erdogan li ser çi ye?

19 March 2014
Şerê Fethullah Gulen û Erdogan li ser çi ye?
 Di vê xeleka Programa (2 ALÎ) de ku bi şêweyekî zindî di Rûdawê de hate weşandin, kêşeyên di navbera 

Cemaeta Fethullah Gulen û AKP de hate gotûbêjkirin. Nivîskarê rojnameya MILAT -nêzîkî AKP- Ahmet 

Ay û berpirsiyarê ofîsa Ajansa Cîhan ya Nûçeyan -nêzîkî Cemaetê- yê Amedê Aziz Istegun, ji Amedê 

beşdarî programê bûn û du kêşeyên di navbera her du aliyan de gotûbêjkirin. Şerê Fethullah Gulen ku li 

Tirkiyê bi navê Xoce Efendî tê naskirin û Receb Teyib Erdogan li ser çi ye? Van her du kesan demekê pişt 

dane hev, û hema hema ji sedî 50 ji dengan birin û AKP kirin iqtîdar. Her du yan bi hev re pişt li Artêşê 

şikandin û di dîroka Tirkiyê de cara yekemîn esker li derveyî siyasetê hîştin Ew artêşa ku di destê wê de 

Tirkiyê bûbû senemek, Cemaetê û AKP bi hev re, serokerkanê wê kelepçe kirin û avêtin zindanê. Esker ji 

ezmanan daxistin erê. Her duyan dest danîn ser her tiştî, lê niha jî li ser her tiştî şer dikin. Ev pirs û gelek 

pirsên din di programê de hatine gotûbêjkirin. Program ji aliyê rojnamevan Dilbixwîn Dara ve tê 

amadekirin û pêşkêşkirin.