Endamên PDK û YNKê ji ber çi partiyên xwe diguherin?

Endamên PDK û YNKê ji ber çi partiyên xwe diguherin?

Kî ji kîjan partiyê aciz dibe, yan jî dema ku dibîne tiştek bi dest nakeve, pişta xwe dide wê û berê xwe dide partiyeke din.

Bêguman Partiya nû, pêşwaziya wî dike, jê re li çepikan dixîne, bi def û zirnê diçe pêşiya wî, wezîfeyên bilind, pere û çi bixwaze jêre pêşkêş dike...

Gelo partî guhertin êdî bûye ticaret?

Partî guhertin, êdî bûye tehdîdek ji bo partiya A, yan jî Partiya B, yanî eger tu vî tiştî nedî min ezê dev ji te berdim û biçim tevlî filan partiyê bibim...

Ji Yekîtî diçe nava Partî, ji nava Partî diçe nava Gorran, ji nava Gorran derbasî nava Yekîtî dibe, dîsa ji nava Yekîtî diçe nava Partî, û dolab her û her dizîvire...

Kî ji vê yekê zerarê dibîne, endamê filan Partiyê yan jî filan Partî bixwe?

Gelo filan partî dibêje, ji me cuda bû, baş bû em çûn jê xelas bûn, di nava partiya me de belayek bû, çûna wî em rihet kirin.

Yanî bi kurtî mesele tevlîhev e. Emê di vê partiyê de guhertina partiya bi 2 mêvanan re gotûbêj bikin ku partiyên xwe guhertine.

Di xeleke vê carê ya programa 2Alî de, berpirsê şaxê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li Kerkûkê (YNK) Mehdî Ziryan û kadirê li pêş yê PDKê Kerîm Çolî bûne mêvan.