Kî naxwaze Kobanî ji destê DAIŞ derkeve?
Kî naxwaze Kobanî ji destê DAIŞ derkeve?
- DAIŞê êrîş kir û di nava 3-4 rojan de, bêhtirî 350 gundên Kobanê hatine valakirin û xelkê herêmê hemû
der bi der û koçber bû, di nava çend rojan de miletekî berê xwe da sînoran, û mal kolanên Kobanî ji însanan xalî man.
- Ev 73 roj in, li Kobanî şerekî fîîlî heye.
- Li aliyekî hêzên kurdî cihên Daişê topbaran dikin, li aliyê din jî, roj bi roj hêzên emerîkî û hevpeyman bargeh û çeperên wê rêxistinê bombebaran dikin.
- Sedem çi ye ku di van 73 rojên şer de, DAIŞ gaveke tenê jî paşve venekişiya ye? Tevî ku her roj kuştiyên wê hene, û li gor ku tê gotin ziyaneke mezin dibîne?
- Madem hêza YPG têra şerê DAIŞ nake, sedem çi ye ku ew hêzeke mezin ya pêşmerge naxwaze û her demê dibêje pêwîstiya me bi kesekî tune ye?
- Kî dibe sedema ku DAIŞ li Kobanî bimîne û derneketina DAIŞ ji Kobanî di bejewendiya kê de ye?
- Her kes bi meraq vê pirsê dike, hinek alî hene, ku naxwazin DAIŞ ji Kobanî derkeve û bi hebûna DAIŞ li Kobanî ticaretê dikin?
- Jixwe hinek jî hene dibêjin, Kobanî bû bûyereke dîrokî, di cîhanî de deng da, lê ji bîr dikin ku herêmeke dîrokî û yek ji mezintirîn herêmên kurdî li rojavayê Kurdistanê hate valakirin û dîwar li ser dîwarekî nema.
Mêvan:
Fethullah Husênî: Nûnerên Kantonên Rojavayê Kurdistanê li herêmê
Jan Dost: Nivîskar