Çarenivîsa "Lêvegera Siyasî" piştî derxistina 3 Partiyan ji nava ENKS
Çarenivîsa "Lêvegera Siyasî" piştî derxistina 3 Partiyan ji nava ENKS
- Piştî maratoneke dûr û dirêj di navbera ENKS û TEV DEM de li Duhokê Lêvegera siyasî hate avakirin.
- Dawî li wan maratonan nehat, vê carê ENKS nikaribû bi rihetî biryarê bide û endamê xwe di Lêvegerê de hilbijêre.
- ENKS 12 endam û TEV DEM 12 endamên xwe destnîşankirin, li gor rêkeftina Duhokê divabû ji her du aliyan 6 kesên din serbixwe bihatibana hilbijartin.
- Li vir çi çêbû?
- ENKS dibêje 3 partiyên wê dengê xwe dane TEV DEMê, vê yekê jî krîzeke kûr di navbera ENKS û wan 3 partiyan çêbû.
- Di encamê de ENKS ew her sê partî: El Wehde, El Partî û El Wîfaq ji nava xwe derxistin û nûnertiya wan di Lêvegerî û Îtîlafa Sûriyê de pûç kirin.
- ENKS niha pê hesiya ku di nava wê de hinek partî hene ku ji TEV DEM re kar dikirin?
- Yan jî Encumen hate lîstika hinek aliyan û bi derxistina wan partiyan ENKS xwe lawaz û zeîf kir?
- Madem wan her 3 partiyan dengê xwe dabine Tev Demê, çima naçin di nava wê de cih nagirin û nabin beşek ji Kantonan?
- Gelo hinek destên tarî di nava siyaseta rojavayê Kurdistanê de hene û haya kesekî jê tune ye?
- Kî ligel kê ye?
- Kî di nava kê de ji bo kê kar dike?
- Berê kîjan partiyê li kuderê ye?
- Emê van pirsa û gelek pirsên din di vê programê de gotûbêj bikin
Mêvanên Programê:
- Mihemed Nebî (Abû Şilaş): Endamê PDK-S
- Hisên Naso: Parêzer û Alîgirê El Wehde