Kê ciwanên Kurd li rojava bêdeng kirin?

Kê ciwanên Kurd li rojava bêdeng kirin?
Kê ciwanên Kurd li rojava bêdeng kirin?

- Demekê li rojavayê Kurdistanê deng bi lingên ciwanan diket, erd dihejandin û di xwepêşandanan de li pêş bûn serkêşiya şoreşê dikirin

- Demekê ciwan xwediyê gotinê bûn, ji Efrînê heta bi Dêrîka Hemo, Kobanî, Amûdê, Qamişlo û Serê Kaniyê, tevgera ciwanan partiyên siyasî li pey  xwe hîştibûn û biryar bi dest xwe ve anîbûn, bûbûn hêviya xelkê.

- Çi hate serê wan, Tevgerek bû 10 tevger, ciwan jî weke partiyên siyasî, ji hev ketin û perçe perçe bûn.

- Ciwanên ku berê di bin yek sîwanê de bûn, niha bûne neyarên hev.

- Hinek ji wan dibêjin PYD destê xwe xiste nava wan û ew perçe kirin.

- Hinek dibêjin PDK, hinek dibêjin PKK, hinek jî wan ciwanan weke murtezeqeyên Erdogan bi nav dikin

- Kê ew derbe li wan da û ew dane aliyekî û bê rol hîştin?

- Binêrin ji duh ve civînek li Duhokê di navbera ENKS û PYD de berdewam dike, lê yek nûnerê ciwanan jî têde tune ye.

- Kî bû sebeb ku niha ciwan tenê bi nav bimînin, û ne di nava siyasetê de, ne jî di nava tevger û xebatê de, li ser erdê tu rolek ji wan re nemîne.


Mêvan:

Sîpan Seyda (Çalakvan)
Serdar Oskê (Çalakvan)