Partiyên ENKS çima nikarin nûnerên xwe di Lêvegera Siyasî de hilbijêrin?

Partiyên ENKS çima nikarin nûnerên xwe di Lêvegera Siyasî de hilbijêrin?
Partiyên ENKS çima nikarin nûnerên xwe di Lêvegera Siyasî de hilbijêrin?

- Ev zêdetirî salekê di ser kongra ENKS re derbas dibe û heta niha jî partiyên wê li hev nekirine, weke ku wan sond xwaribin ku li hev nekin.

- Hêviya xelkê bi ENKS gelekî bilind bû, xelkê digot partiyên me di bin sîwanekê de bûne yek û wê gelek tiştan bikin, lê weke ku aveke sar bi ser xelkê rojavayê Kurdistanê de birjînin, ne tiştek kirin ne jî dihêlin kesek titşekî bike, milet dibêje.

- Hinek xwe mezin dibînin, weke nimûne PDK-S û bi çavekî biçûk li partiyên din dinêrin û dibêjin divê para me ji ya wan zêdetir be.

- Kî dizane kîjan partî çiqas mezin e?

- Partiyên ENKS êdî li pey bidestxistina kursiyan in, şerê wan li ser hejmara kursiyan e.

- Di rêkeftina Duhokê de Lêvegera Siyasî hate avakirin, TEV DEM got, fermo, kerem bikin û nûnerên xwe eşkere bikin.

- Lê partiyên ENKS, heta niha jî nikarin li hev bikin û nûnerên xwe bişînin wê Lêvegerê.

- Xelk dibêje, ENKS ku nikare ji nava xwe çend nûneran hilbijêre, bifikirin wê sibe çawa welatekî
îdare bike!

- Çima li hev nakin, li ser çi li hev nakin!

- Hinek destên veşartî, destê tarî di nava ENKS de hene û haya kesekî jê tune ye, ku dixwazin wê saziyê lawaz bikin û bê rol bihêlin?

- Li ser kursiyan yan jî li ser postan li hev nakin... Hema li ser çi be jî, ENKS niha di imtîhaneke dijwar de ye, û xuya ye ku wê nikaribe bi rihetî derbas bike.