Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi fermî kandîdê xwe bo hilbijartinên serokomarî li Tirkiyê binav kir.
Li gor daxuyaniyeke HDP, hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş wek kandîdê partiya navborî dê hevrikiyê di hilbijartinên serokomarî li Tirkiyê bike.
Biryare hilbijartinên serokomarî li Tikriyê di meha Tebaxê de birêve biçin, di vê barê de serokê niha yê Tirkiyê Abdullah Gul ragihand ku ew carek din bo posta serokomariyê xwe kandîd nake.
Berî niha jî Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Tevgera Nijadperset (MHP) Ekmeledîn Îhsanoglu wek kandîd bo hilbijartinên serokomarî diyar kirine.
Herwiha birayre sibe, Sêşemê, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) kandîdê xwe bo hilbijartinên serokomarî bi fermî binav bike, ku li gor hatiye ragihandin dê Receb Teyib erdogan be.
Salahedîn Demîrtaş:
10 nîsana 1973an de li Palo ya Xerpêtê jidayîk bû.
Lîsansa hiqoqê ya zanîngeha Enqerê standî ye.
2006 serokê komeleya mafê mirovan ya Amedê bû.
2007an li ser navê Amedê bû endamê perlemana Tirkiyê.
1 subata 2010an bû hevserokê partiya BDPê.
22 hezîrana 2014an bû hevserokê HDPê.
30 hezîrana 2014an bû namzedê HDPê bo hilbijartina serokomariyê .
Zewiciye û bavê du zaroka ye.



