Enqere (Rûdaw) - Kurdên Anatolya Navîn ango “kurdên sirgûn” her çiqasî ji welatên xwe bi dûr ketine lê kurdbûna xwe parastine. Di dema Împratoriya Osmanî de ew ji Kurdistanê hatine derxistin û li Anatolya Navîn hatine bi cîkirin.
Piraniya Kurdên Anatolya Navîn li Enqerê û Konya dijîn. Ew di mala xwe de bi kurdî diaxifin, kurdiya wan jî taybet e, bi wan. Ew bi devoka Goranî û Lakî diaxifin.
Peyamnêrê Rûdawê yê Enqereyê Kemal Avcî çû nava wan û ji me re raportek amade kir.
Kurdên Anatolya Navîn zimanê xwe, kultura xwe, urf û edetên xwe heta roja îro jî parastine. Bêhtirî mîlyonek Kurdên Anatolya navîn hene.



