FLAŞ - Baydemir dem diyar kir: Piştî 2 mehan..!

23-12-2015
RÛDAW
Nîşan Osman Baydemir HDP Parlamentoya Tirkiyê Yekîtiya Ewropa Volkan Bozkir
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir di axavtinekê de li Parlamentoya Tirkiyê de ragihand: Piştî 2 mehan em nikarin li wir biaxivin.

 

Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Volkan Bozkir îro bi Komisyona Xweguncandinê ya Parlamentoya Tirkiyê re konfransek çapemeniyê lidar xist.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, Volkan Bozkir derbarê pêvajoya Yekîtiya Ewropayê de agahî dan û herwiha bersiva pirsyarên parlamenteran da.

 

Piştî bidawîhatina daxuyaniya Bozkir. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir axivî û bi amajekirin bi wan bûyerên ku li herêmên Bakurê Kurdistanê diqewimin, got: “Îro her çi nebe, gelê kurd rastî cudabûnê hatiye. Xelk ji me re dibêje, çi karê we di parlamentoyê de heye. Pêwîst e di demek herî nêzîk de vegerin ser madeya danûstandinê.”

 

Xendeq her çiqas şaş bin jî lê …

 

Baydemir ragihad, ku pêwsît e berî her tiştî zû tilî li ser maşeya çekan were rakirin û bi rakirina tiliyan li ser maşeyan, dê xendeq bi xwe rabin. Babydemir wiha got:

 

“Em niha dikarin li vir biaxivin, lê belê dizanim ku piştî 2 mehan em nikarin biaxivin. Em hemû ewa ku bi ser Tahir Elçi de hat, dizanin. Parlamenterên me li herêmê ne û jiyaan wan di xeterê de ye. Zarok dimirin û jiyana me bi xwe jî jiyana wan baştir nîne. Xedenq û çeper her çiqas ku şaş bin, lê belê kiryarên îro 100 carî li vê yekê şaştir in.”

 

Wezîrê Yekîtiya Ewropa IRA wek mînak nîşan da

 

Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Volkan Bozkir bersiva gotinên Baydemir da û jibo gihîştin bi aştiyê mînaka Îrlandayê da. Volkan Bozkir amaje bi amadebûna IRA û baskê siyasî yê wê li ser maseya danûstandinê ya Îrlandayê kir û got:

 

“Her du bi hev re çûne ser maseyê. IRA yak u nedixwast dest ji çek berde, partiya siyasî ya li wir IRA neçar kir, ku dest ji çekan berde. Yê ku bû sedema destberdana ji çekan partiya siyasî bû. Dest ji çekan hat berdan, di bin çîmentoyê de hatin çalkirin û piştre aştî hat parastin. Eger HDP di mijara destberdana ji çekan de guvaşan li rêxistina terorê bike, pêvajo dê carin vegere.  Eger hûn bikarin destberdana ji çekan a rêxistina terorê biparêzin, em dikarin bi hev re berê xwe bidin paşerojek ewle.”

 

Piştî wan xavtinên Bozkir, carin Osman Baydemir mafê axavtinê wergirt û bi gotina ku pêvajoya aştiyê kirin qurbanê hilbijartinan, wiha axavtina xwe berdewam kir:

 

“Ev pêvajo dê ber bi kurderê ve here, hûn dizanin? Sibe yan dusibe dê ew mirov çekan rakin ku ti pêwendiya wan bi siyasetê ve nîne. Wê demê dê metirsî derkeve. Êdî kêr gihîşte hestî.”

 

Li hember wan gotinên Baydemir, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir, ku eger dest ji çekan neyê berdan, carin vegera ser maseya danûstandinê pir zehmet dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst