Navneda Nûçeyan - Tirkiyê li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê bertek nîşan da.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Huseyin Muftuoglu li ser hildana Ala Kurdistanê li ser tevahiya sazî û dezgehên fermî yên parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.
Muftuoglu ragihand: “Tevgera tek alî ya li ser mijara Kerkûkê, zirarên digihîne hewlên ji bo ji hev nêzîkbûnê û îstîqrara Iraqê û wan hewlan dixe metirsiyê.”
Mufuoglu herwiha diyar kir: “Ew cure hewl xeterê li ser pirkulturiya Kerkûkê çêdikin, ku dewlemendiyên civakî, kulturî û aborî yên Iraqê di vî bajêrî de bi hev ve girêdayî ne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse