Fîlma kurdî ya Sîmav beşdarî festîvala Cannesê bû

18-05-2014
RÛDAW
Rudaw
Rudaw
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Sîmav, filma derhênereke Kurde bi navê Wiyam Bedirxan, beşdarî şêst û heftemîn festîvala navdewletî ya Cannesê ya sînemayê bû. Wiyam dîmenên vê filmê ji nav bajarê Himsê yê Sûriyê kişandiye û berî çend rojan ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê karîbû ji Himsê derkeve û niha Wiyam li Parîsê ye. Rojnameyên Fransî pir giringiyê bi wê filmê didin û tê pêşbînî kirin ku ew fîlm were xelatkirin. Ev keça Kurd ji malbata Bedirxaniyan e û ji Himsê ji dayik bûye.

 

Sîmav navê flmeke kurdî ye ku niha di festîvala Cannesê ya sînemayê de beşdar e, Wiyam Bedirxan û Osame Mihemed bi hevbeşî derhênerên vê flmê ne.

 

Wiyam Bedirxan ku ev zêdetirî sal û nîv e di bin dorpêça bajarê Himsê yê Sûriyê de dîmenên vê flmê temam kiriye, berî çend rojan ji nav agirê Himsê gihîşte Parîsê û di festîvalê de girya.

 

Sîmav ku bi eslê xwe kurd e û li bajarê Himsê ji dayk bûye, ji malbata Bedrxaniyan e, piştî ku zanî ew kurd e, êdî hisreta kurdayetiyê di dilê wê de ma, xwe fêrî zimanê kurdî kir û piştî destpêkirina xwepêşandanên bajarê Himsê, Wiyam Bedirxan ku niha bi navê flma xwe, Sîmav, tê naskirin, kamera xiste destê xwe û bûyerên tirajîk yên Himsê kişand û du fîlmên dokumêntarî li ser Himsê weşand, lê flma  Sîmav ku beşdarî festîvala Cannesê bûye, di nav Fransayê de deng veda û hemû rojnameyên fransî li ser nivîsandin, lê herî zêde bal kişandin ser navê flmê ku bi kurdî ye û wateya ava zîv dide.

 

Berî çend rojan, Wiyam Bedirxan derhênera fîma Sîmav ligel çekdarên opozsîyonê ku bi rêjîmê re li hev kiribûn, ji bajarê Himsê derket û çû Tirkiyê û ji wir jî derbasî Parîsê bû da ku di festîvala Cannesê de beşdar bibe.

 

Sîmav, li bajarê Himsê li ser diyaran  bi kurdî û erebî wiha nivîsandibû: “Ez û Himsê li benda we ne”, “Ez ji Himsê dernakevim”, “Ji Hisara Himsê, Milletê min canê min, Newroza We Pîroz be”…

Şêste û heftemîn festîvala Cannesê, roja 14ê Gulanê dest pê kir û dê heta 24ê Gulanê bidome. 





Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst