16ê Hezîranê, dema endamên DAIŞê li sînorê Akçeqela ber bi Tirkiyê ve diçûn, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin girtin. 5 endamên DAIŞê ku di vîdeoyekê de derdikevin, ku destê wan li ser serê wan in û dora xwe dinerin û dikenin. Ew dîmena han mala me hemûyan kişand.
Li gorî rojnameya Bild, MÎT di rapora xwe ya meha borî nivîsandiye: “Êdî DAIŞ li Tirkiyê nayê kontrolkirin.”
Ev daxuyaniya han, nîşan dide ku xeternaktirîn rêxistin di dîrokê de, li welatê wan gihîştiye asteke metirsîdar.
rojnameya Bild li gorî rapora MÎTê ya 1000 laperî dibêje: “DAIŞ li başûrê Tirkiyê endamên nû peyda dike û bê ku guh bide astengiyên polîs û artêşa wî welatî, wan dişîne Sûriyê.” Lema MÎT daxwaza alîkariyê ji hikûmetê dike, da ku li dijî DAIŞ û tundrewên din tevgerê bike.
Li gorî wê raporê, MÎT dibêje:
“- Ev 18 meh in ku em tenê li wan dinerin. Êdî divê em gavên cidî bavêjin. Rojane 50 alîgirên DAIŞê, ku hemû ji derve tên, li Balafirgeha Dîlokê dadikevin.
- Bo ew terorîst bigihên wêstgeha Hatay, rêk bi otomobîlan ji wan re hatiye drustkirin.
- DAIŞ destê xwe daniye ser xala derbasbûnê ya di navbera Dîlok – Kilsda. 10 sûrî û uygurên çînî, ku dixwestin sînor bi aliyê Sûriyê de derbas bibin, hatin sekinandin. Berpirsên sînor dizanîbûn ku ew kes xwebexişên DAIŞê ne, lê piştî ku telefonek ji wan re hat, rê ji wan re hat vekirin û derbasî Sûriyê bûn.
- DAIŞ, navçeya Reyhanlî ya parêzgeha Hatayê nexweşkaneya wê ya taybet heye.
- Li kolanan bi eşker daxwaza bexşîşê dikin. Di dawiya Hezîranê de esnafekî bi ser wan de hewar kir û ji wan re got: Hûn nebeşer in. Ez ji misilmanbûna we bawer nakim. DAIŞ serê wî zilamî jêkir, lê ew bûyer hat veşartin û polîs got ku ew li ser kirîn û frotinê hat kuştin.
- Destpêka Hezîranê 8 malbatan li Mêrdînê zarokên (13 – 18 salî) xwe radestê DAIŞê kirin, ku destdirêjiya seksê li wan hatiye kirin û dîmenên wan hatine girtin, piştre li dijî malbatên wan hatibûn bikaranîn. Piştî 4 hefteyan li ser navê “perwerdeya terorîstî” zarokên xwe şandin Sûriyê.
- DAIŞ bi rêya Facebook û Twitter bi hezaran alîgir ji xwe re peyda kiriye. Malpera wan li Dîlokê heye û bi eşkere çend rêxistin ji wan re kar dikin.
- DAIŞ li Enqere, Adyeman, Eskîşehîr, Îzmîr, Qonya, Riha û Hatayê embarên çekan çêkiriye. Dema serokê DAIŞ li Tirkiyê cîhadê rabighîne, ewê dest bi kuştinê bikin. DAIŞ li wir pir bihêz bûye, em nikarin wan kontrol bikin.”
PRO. Bulend Koçuk ji Zanîngeha Bogazîç, gotarên Erdogan û rayedarên Tirkiyê derbarê DAIŞê wek gotarên rêxistî bi nav dike.
Berdevkên dewletê, dema gotin tê ser DAIŞ, ligel navê DAIŞê navê çend rêxistinêm din jî dbêjin û nabêjin ew terorîst in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse