Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên Tirkiyeyê çeperên PKKê yên li devera Oremarê ya girêdayî bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê dan ber bombeyan.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, balafirên şer ên Tirkiyeyê yên ji curên F-16 û F-4 duh li devera Oremarê ya Bakurê Kurdistanê li gerîlayên PKKê dan.
Li gorî agahiyan, ew êrişa hewayî bi agahdariya Serokwezîr Ahmet Davûtoglû û bi hêceta êrişên PKKê li dijî qereqolên artêşa Tirkiyeyê hatiye kirin.
Tê gotin, ji destpêka pêvajoya çareseriyê ve heta niha ev cara yekemîn e operasyoneke wiha berfireh li dijî PKKê tê lidarxistin.



