Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Tirkiyê plan daniye ji bo ku guhertinê di yasaya birêvebirina şaredariyên wî welatî de bike û desthilatên şaredariyan sînordar bike.
Li gorî plane, desthilatên serokên şaredariyan dê were sînordarkirin û dê tenê weke çavdêr, projeyên hikûmetê birêve bibin.
Partiyên opozisyonê yên Tirkiyê jî amaje bi wê yekê dikin ku partiya desthilatdar, AK Partî ji ber ku di hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyên wî welatî de li çend bajarên mezin tûşî şikest û dorandinê hatiye, lewma hewla cîbicîkirina planeke wisa dide û dixwaze desthilatê ji şaredariyan werbigire.
Di hilbijartinên 31ê Adarê de, AK Partiyê piraniya dengan û herwiha piraniya şaredariyên Tirkiyê bi dest xistiye, lê belê şaredariyên Enqere û Stenbol ji dest daye û namzedê CHPê li wan bajaran bo posta serokatiya şaredariyê serkevtine.
CHPê herwiha şaredariyên çend bajarên din ên mezin ên weke Îzmîr, Antalya, Mêrsîn û Edenê jî qezenc kiriye.
Li gor zanyariyên ku têkildarî plana hikûmeta Tirkiyê hatine aşkerekirin, ew plan bi vî awayî ye:
- Encûmenên şaredariyan û mixtar namînin.
- Sîstemeke weke serokatî bi desthilatên sembolîk ve dê were cîbicîkirin.
- Desthilata serokomar dê li ser hemû serok şaredariyan hebe.
- Serokomar dê mafê danîna qeyûman bo şaredariyan hebe.
Hikûmeta Tirkiyê sala bihorî hewl da heman planê cîbicî bike, lê belê ji ber nerazîbûna tund a opozisyonê, plan nehate cîbicîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse