Hewlêr (Rûdaw)- Gelek siyasetmedar û şirovekarên siyasî li Tirkiyê dibêjin ku kuştina zarokê 15 salî Berkîn Elvan bi destê polîsên Tirkiyê rê li pêşiya bûyer û aloziyên ku ji serdema Parka Geziyê mezintir bin wê veke û eger hikûmet bi awayekî aram û bi aqilmendî tev negere û kujerên wî nedarzîne wê hemû Tirkiyê têkeve nav ne aramî û aloziyeke mezin û kes nizane wê dawiya wê çibibe.
Piştî ku duh serê sibê Berkîn Elvan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, bi sedan hezar kes li gelek bajar û navçiyan daketin kolanan û çalakî pêk anîn.
Li Taksîmê, Beşiktaşê û Kadikoyê li Stenbolê çalakiya ku ji bo mirina Elvan duh destpêkir heta ber destê sibê berdewam kir.
Girseya ku xwest dakeve qada Taksîmê rastî destêwerdana polîsan hat. Polîsan bi sedan bombeyên gazê bikar anîn. Di destêwerdana polîsan de Polîsan li qada Cîhangîr û Tarlabaşiyê nêzîk kolana Îstîklalê bi awayekî tund û bi bombeya gazê êrîşî xwepêşandêran kirin.
Li kolana Mîsê zarokê 15-16 salî bi bombeya gazê ji rûyê xwe de birîndar bû. Zarokê ji rûyê xwe birîndar bû bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.
Hweriha li Enqere, Mêrsîn û Îzmîrê û gelek bajarên Tirkiyê û li Amedê, Dêrsîm, Xerpêt û dîsa gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo pirotistokirina kuştina Berkîn Elvan, meş û xwepêşandan derktin û di encama van çalakiyan de dîsa gelek kes birîndar bûn û bi dehan kes jî ji aliyê hêzên ewlekarî û polîsan ve hatin girtin.
Ji tîmên spore wek Fenar Bahçe, Galata Saray û Beşîktaş heta bi grûp û komên hunermendan, ji rewşenbîr û rojnamevanan, heta hiqûqnas û bi sedan saziyên sivîl û hemû partiyên desthilatê helwestên xwe derbarê kuştina Berkîn Elvan de çi di ragihandin û çi di toreyên civakî de diyar kirin û êrîşên tund ên polîsên Tirkiyê li hember xwepêşanderan şermezar kirin.
Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul bi telefonê bi bavê Berkîn Elvan, Samî Elvan re axifî û sersaxî jê re xwest.
Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu daxuyaniyeke nivîskî weşand û sersaxî ji malbatê re xwest û xwest ku kujerên wî bên darezandin.
Herwiha hevserokên BDPê Selahedîn Demîrtaş û Gulten Kişanak jî sersaxî ji malbatê Elvan re xwestin û kuştina wî şermezar kirin û li Stenbolê 2 rojan şînî ragihandin. hevserokên HDPê jî kuştina wî him şermezar kirin û him bi hezaran alîgirên partiya xwe daxistin xwepêşandanan.
Malbata Berkîn Elvan jî serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan wek kujerê kurê xwe dibînin û dibêjin ku Berkîn bi rênima û emrê Erdogan hat kuştin.



