Her 35 koçberên ku li Îzmîrê qeyika wan noqmî avê bû, Kurd in

11-10-2018
RÛDAW
Heta niha termên 8 kesên xeniqî hatine dîtin.
Heta niha termên 8 kesên xeniqî hatine dîtin.
Nîşan Tirkiye Îzmîr Koçber Kurd Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî agahiyên Rûdawê, ew koçberên ku duh Çarşembiyê li beravên Îzmîrê û di nav deryaya Egeyê de xeniqîn, Kurd in û xelkê Başûrê Kurdistanê ne.

 

Li gorî wan zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi dest xistine, hemû ew koçberên ku duh Çarşembiyê di nav deryaya Egeyê de û li beravên bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê de xeniqîne, Kurd in û xelkê Zaxo û Duhokê ne.

 

Yexta ku duh li beravên Îzmîrê noqmî avê bibû, 35 kes têde bûne, ku tenê jinek ji bûyerê rizgar bûye, ku xelkê qezaya Zaxoyê ye.

 

Li gorî zanyariyan, heta niha termên 8 kesan hatiye dîtin, lê yên kesên din hêj winda ne.

 

Zêrevan Golî ku xelkê Zaxoyê ye û di bûyera duh a li Îzmîrê de, kurmamekî wî tevî hevjîn û 5 zarokên wî winda bûne, di pêwendiyeke telefonî de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku ew niha li Îzmîrê û li Navenda Karaburun a Polîs e û diyar kir, proseya geryana li dû kesên bêserûşûn berdewam e.

 

Zêrevan Golî ku bi xwe jî xelkê Zaxoyê ye û bo zanîna çarenivîsa ximzên xwe ji Amedê ve çûya Îzmîrê, herwiha got, ku kes nizane qaçaxçiyên ku xwastine bi wê yextê koçberan derbas bikin, kî ne.

 

Zêrevan Golî herwiha bi rêya Rûdawê daxwaza alîkarî û bi hawarçûnê ji aliyên pêwendîdar kir, daku ew tiştekî ji aqûbeta wan kesûkarên xwe bizanin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst