Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî ku gotibû "Divê Tirkiye kontrala Efrînê radestî hikûmeta Sûriyeyê bike" de got: “Em baş dizanin ku em dê Efrînê radestî kê bikin”
Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna koma partiya xwe ya li parlamanetoya Tirkiyê de axifî.
Weke tê zanîn Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî duh di pirsekê peyamnêrê Rûdawê li Moskowê Kamîz Şedadî de gotibû: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ti carî negotiye ku hêzên tirk dê li Efrînê bimînin û dixwaze Efrînê dagir bike. Em wiha bawer dikin ku hêsantirîn rêya asayîkirina rewşa Efrînê, ew e ku gava tirk bibêjin ew gihiştine armancên xwe, kontrola vê herêmê radestî Hikûmeta Sûriyê bikin.”
Recep Tayyip Erdogan îro bersiva va goitnên Lavrov da û got: " Bila niha di halê hazir de behsa radestkirina wan deverên Sûriyê yên ku di bin kontrola welatên din de ne were kirin. Gotina 'Ew der dane rejimê' me qanih nake. Dema demê hat emê Efrînê radestî Efrîniyan bi xwe bikin. Lê emê bibêjin kengê. Emê wê yekê diyar bikin, ne Birêz Lavrov."
Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ji 20ê Çileya bihorî ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrînê dabû destpêkirin û piştî 58 rojan şer, di 18ê Adarê de hêzên Tirkiyê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û kontrolkirina bajêr ragihandinbûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse