Şandeya ENKS ligel Davutoglu civiya

09-10-2013
RÛDAW
A+ A-

 
Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS), li Anqera, ligel wezîrê derve yê Tirkiyê,  Ahmet Davutoglu civiya.
 
Şandeya ku, ji her yek ji Ebdulhekîm Beşar, Ibrahîm Biro û Mistefa Sîno pêkhatî ye, mijarên otonomiya kurdan li Sûriyê, vekirina xalên sînorî û beşdarbûna kongreya cenêv2 guftûgo kirine.
 
Li gor zaniyariyên gihane destê peyamnêrê Rûdawê li Anqera, Davutoglu bi şandeya kurd ragihandiye ku ew ne li dijî otonomiya kurdan li Sûriyê ne.
 
Derbarê vekirina  xalên sînorî de, wezîrê tirk gotiye ku ji bo sedemên ewlehiyên ew nikarin deriyê sînorî yê Serê Kaniyê vekin, lê ew amade ne li Kobaniyê derî vekin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst