Stenbol (Rûdaw) – Ev demeke dirêj e ku Tirkiye gefa êrîşa ser Efrînê dike û bi vê mebestê gelek amadekarî jî hatine kirin. Hêzeke mezin li nêzikî sînor hatine bi cîkirin. Her çi qas operasyon tenê egerek e jî, xuyaye pêk hatina wê operasyonê, dê rengê şerê li Sûrî jî bikêşe ber bi cihekî din ve. Dijbereya Sûriyê jî li ser meseleyê nakok e. Bêşa kurd dibêje em tu awayî palpiştiya wê operasyonê nakin. Lê beşa ereb helwesteke zelal eşkere nake.
Tevî ku hemû hêzên hevpeymanî ên navdewletî berê xwe dane DAIŞê û ji bo rizgarkirina Reqayê hemahengiyeke mezin heye, Tirkiye gefan li Efrînê dixwe. Bi îdiaya ku ji wî alî ve mûşek bo nava Tirkiye têne avêtin û li Efrînê tehdîtek ji bo Tirkiye berhev dibe, Arteşa Tirkiye di amadekariya operasyonê de ye.
Hêzeke leşkerî berdewam e ku berev bi sînor ve bê şandin. Egera êrîşa Tirkiye li qada navdewletî jî dibe sedema nîqaşan. Tê gotin ku pêkhatina wê yekê, ewê rengê şer biguherîne. Di vê navê de jî çav li helwesta opozisyona Sûrî ne.
Nûnerê ENKSê yê Dijbereya Sûriyê Şelal Gedo di vî mijarî de ji Rûdawê re got: “Em dibînin ku Tirkiye hin fişar û gefan dike li ser Efrînê. Lê bi baweriya me wê ew êrîş ne di berjewendiya ajandaya Tirkiye de ye û nakeve xizmeta Sûriye bi giştî. Her wiha Rûsya û Amerîka jî herdû hêzen sereke ne li wir û ew jî şewqa kesk bo vê êrîşî nadine Tirkiye. Em weke ENKS bê guman ne pê re ne ku Arteşa Tirkiye yan arteşa welateke din êrîşî berdin ser dewerên kurdî.”
Beriya çend rojan li Efrînê xwepêşandaneke mezin rûdabû û xelkê herêmê ew helwesta Tirkiye protesto kiribû. Helwesta beşa kurd ya di nava opozisyonê de jî eşkere ye.
Ji ber ku baregeha opozisyonê li Tirkiye ye û palpiştê sereke jî ew in, bersiva pirsekê ji Opozisyonê tê pirsîn. Gelo wan helwestek heye da ku Tirkiye qanih bikin da ku Êrîşî Efrînê neke? Ji ber ku Efrîn ne di destê DAIŞê de ye û heta niha Tirkiye tu delîl jî pêşkêşî cîhanê nekirine da ku gefek ji bo wan li wir rû dide.
Rêveberê Dijbereya Sûriyê Yehya Mektebî jî got: “Eger projeya taybet a Hêzên Sûriyeya Demokratîk nebaya, ku ev yek bandore li ser rewşa navxwe ya Sûriyê dike, ev yek nedibû. Ji ber ku ew li ser bingeha cudaxaziyê û desthilatdariya defakto hatiye danîn. Beriya hemû kesan jî kurd ji ber vê zehmetiyan dikişin. Ji lewra welatên cîran dixwazin li hember tiştên nav Sûriyê çêdibin, ewlekariya xwe ya neteweyî biparêzin.”
Li gorî daxuyaniyên dawîn ên rayedarên Tirkiye, xuya ye ku Rûsya raste rast vê operasyonê pesend nake.
Li gorî hin analîstên Emerîkî û ewropî jî, ew operasyon hêsan nîn e. Ew dibên ku, şerê ku heta niha bi wekaletî tê meşandin hêdî hêdî bi dawî tê û aktor bixwe rûbirû dimînin.
Di maweyeke wiha de jî Tirkiye nikare bibe sedema guherîna planên makro. Ji bo zelalbûna van planan jî çav li civîna Trump û Pûtîn ya li Hambûrgê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse