Navenda Nûçeyan – Serokê Giştî yê Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bucak got, divê PKK gerîlayên xwe paşve vekişine.
Nûnerên saziyên sivîl (STK) ên Bakurê Kurdistanê li Koşka Çankayê dibin serokatiya Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu de civiyan.
Serokê Giştî yê PDK-Bakurê di civîna li gel Davutoglu de wiha got: “Me dît ku rêya meşandina pêvajoya çareseriyê bi tenê ew e PKK gerîlayên xwe ji Tirkiyeyê derbixe û piştre jî biryarê bide li hemberî Tirkiyeyê çekan bi kar nehîne.”
Sertaç Bucak piştî civînê, daxuyaniya hevbeş a saziyên sivîl ji raya giştî re diyar kir.
Bucak li ser pirsa "Gelo Davutoglu di civînê de derheqê pêvajoya çareseriyê de dîrokek diyar kir an na?" wiha bersiv da: "Davutoglu da nîşanan ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û daxwaza wan ew e ku pêvajo bidome."
Bucak ji Rûdawê re amaje kir ku dewlet tundî û pevçûnan naxwaze.
Bucak da zanî civînê bênavber 6 saetan dom kir û wiha got: “Em dixwazin di serî de PKK ji nav welat derbikeve û piştre operasyon bên rawestandin û gavên aştiyê werin avêtin."
Ji aliyê din ve Ahmet Davutoglu jî di wê civînê de derbarê şer û operasyonên vê dawiyê de got: “15ê Tîrmehê dema min bi Demîrtaş re hevdîtin dikir, KCKê fermana şerê kolanan da. Herwiha Cemîl Bayik (hevserokê KCKê) rojekî beriya êrişa Sirûcê gotibû `xwe ji şerê kolanan re amade bikin. Tu li ser navê kê û kîjan şerî dide destpêkirin? Kê rênimayî da we?”



