Li Efrînê şerê navbera Artêşa Azad û YPGê de didome

26-05-2013
ROKA ŞİDO
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Ji duh ve li bajarê Efrîn ê rojavayê Kurdistanê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Azad a Sûriyê de şer û pevçûn didomin. Fermandarê ketîbeya Yûsif el-Ezma Besam Mistefa ji Rûdawê re diyar kir ku di şer de 15 endamên YPGê hatine kuştin. YPGê jî di daxuyaniyekê de diyar kiribû di şerê duh de herî kêm 28 çekdar hatibûn kuştin. 

Ji duh ve li gundê Aqîbê yê Efrînê di navbera şervanên YPG û komên çekdar de şer derketibû û hê jî didome. 

Ajansa Hawar di nûçeyeke xwe de ragihand ku şerê li navçeya Şêrawa ya Efrînê didome û ev şer gihiştiye Dêr Mişmiş û nêzî gundê Aqîbe.

Fermandarê ketîbeya Yûsif el-Ezma Besam Mistefa derbarê şerê di navbera YPG û Artêşa Azad ê li Efrînê de ji Rûdawê re axivî û wiha got: “YPGê xwest herêmên ku berî niha ketibûn di bin kontrola Artêşa Azad de bi alîkariya rejîma Beşar Esed dîsan kontrol bikin. Ji ber vê yekê di navbera me û wan de şer rûda.”

Mistefa derbarê windahiyên Artêşa Azad de jî wiha got: “2 hevalên me şehîd bûne û 5 jî birîndar bûn. Ji van birîndaran yek kurd e û 4 jî ereb in.” Besam Mistefa diyar kir ku di şer de fermandarê ketîbeya Selahedînê Eyûbî, Bêwar Mistefa jî birîndar bûye û niha rewşa tendirûstiya wî baş e. 

Fermandarê ketîbeya Yûsif el-Ezma derbarê windahiyên YPGê de jî wiha got: “Di şer de 15 endamên YPGê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.”

Duh navenda çapemenî û ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyekî nivîskî de li ser şerê li Efrînê wiha gotibû: “Di şer û pevçûnên navbera YPG û komên çekdar ku heta êvarî dom kir de, bi giştî 28 çekdar hatin kuştin, 3 tang û 6 wesayîtên doşka li ser hatin rûxandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst