Hewlêr (Rûdaw) – Piştî 41 rojan ji destpêkirina operasyona Baxozê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand.
15:50 Îlham Ehmed: DAIŞ bi temamî bidawî nebûye
Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed serkeftina HSDê ya li dijî DAIŞê li tevahî gelê Rojvayê Kurdistan û Sûriyê pîroz kir û got: "Heta niha DAIŞ bi temamî bidawî nebûye.”
Seroka Meclisa Rêveber a MSDê Îlham Ehmed serkeftina HSDê li gelê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û hemû hêzên leşkerî yên ku li dijî DAIŞê şer kirine pîroz kir.
Îlham Ehmed got: "Em niha kêliyên dîrokî dijîn, dîrok dê vê bûyerê, fedekariya hêzên me yên leşkerî û keda gelê me yê welatparêz bi tîpên zêrîn binivîse. Hêzên me ev 5 sal in şerê vê nexweşiya ku welatê me parçe kiriye dike, bi kedeke mezin jiyana asayî û azadî vegeriya."
Îlham Emed diyar kir ku hêj xeteriya DAIŞê li herêmê bi dawî nebûye û derbarê vê yekê de jî wiha got: “Di vê kêliya ku têkçûna terorê tê ragihandin de, em dizanin ku hêj xeteriya wê li herêmên din ên Sûriyê heye. Em dibêjjin ku pêvajoya rizgarkirina erdîngariyê nayê wateya tinekirina terorê. Ji ber ku heta niha jî şaneyên wê yên veşartî hene. Mertisiya ji nû ve derketina DAIŞê heye.”
Derbarê girtiyên DAIŞî û malbatên wan de jî Ehmed wiha got: “Divê dosyaya DAIŞiyên girtî ku hejmara wan 5 hezar in were vekirin û bi rêya dadgeha navdewletî werin darizandin. Li aliyekî din jî divê pirsa malbatên wan ku hejmara wan zêdeyî 80 hezar kesan e were çareserkirin. Wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk em dibînin ku piştevaniya navdewletî girîng e divê berpirsyartiya xwe dewam bikin."
Ehmed ji bo çareserklirina siyasî ya pirsgirêkên Sûriyê banga civaka navdewletî û aliyên berpirsyar kir ku roleke erênî li xwe bigirin û ji bo vegerandina penaberan de bibin alîkar.
Di dawiya axaftina xwe de Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratî tekez kir pêvajoya siyasî bêyî beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser dê bi sernekeve.
15:40 Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê: Ez serkeftina li dijî DAIŞê pîroz dikim
Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê William Robak ji bo serkeftina li dijî DAIŞê, pîrozbahî li xelkê Sûriyê û bi taybetî HSDê kir.
William Robak wiha got: “DAIŞ têk çû û herêmên di bin kontrola wan de hatin rizgarkirin. Me nikarîbû bê hevpeymanên xwe li ser erdê tu serkeftinan li dijî DAIŞê pêk bînin. Ez pîrozbahiyê li xelkê Sûriyê dikim ji bo jinavbirina DAIŞê."
Robak diyar kir ku DAIŞ têk çû, lê xebatên wan ji bo bi temam’ tunekirina wan de berdwam bin û got: "Em ji detspêkê ve bi zelalî dibêjin em dê hevkariya xebatên hêzên hevpeymaniyên di şerê DAIŞê de bikin. Wek tê zanîn Serok Trump got dibêje em dê her tişta pêwîst li Sûriyê bikin."
Nûnerê Wezareta Derve ya AmerîkayêEm pîrozbahiyê li Gelê Sûriyê û bi taybetî jî pîrozbahiyê li Hêzên Sûriya Demokratîk dikin, ku xîlafeta xapandinê ya DAIŞê bidawî anîn û deverên rojhilatê Sûriyê rizgar kirin. Ev bûyera çarenivîsaz di şerê dijî DAIŞê de stratejiya mezin û pêbendbûna hevparên me yên xwecihî û Hevpeymaniya Navdewletî bo şikandina DAIŞê nîşan da. Amerîka serbilind e ku di nav 97 welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletî de bi vî karî rabû”
15:15 Mezlûm Ebdî: Me ji bo azadiyê nêzîkî 11 hezar şehîd dane
Piştî 41 rojan ji destpêkirina operasyona Baxozê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê jinavbirina DAIŞê de daxuyaiyek da û daxuyanî ji aliyê Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ve hate xwendin.
Mezlûm Ebdî ragihand ku 25 hezar kîlometre axa Sûriyê hat azadkirin û metirsiya terorê bi temamî bi dawî bû û got: “Di encama vî şerî de 11 hezar şervanên me şehîd bûne û 21 hezar birîndar bûne. Em hemû şehîdên xwe bibîr tînin û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.”
Ebdî, destnîşan kir ku şerê Kobanî destpêka jinavbirina DAIŞê bû û niha jî piştî şerê 5 salan ew li vê derê têkçûna DAIŞê di aliyê meydanî de radigihînin.
Fermandarê Giştî yê HSDê wiha got: “Bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û hemû şervanên me û hevalbendên me ku bi me re di heman sengerê de şer kir, îro em radigihînin ku DAIŞê hate rûxandin û serweriya wê li cihê wê yê herî dawîn li Baxozê hate bidawîkirin.
Şerê Kobanî bû sembola berxwedana cîhanê ya li dijî terorê û destpêkirina têkçûna DAIŞê. Va ye îro piştî şerê 5 salan dirêj kir, em radigihînin ku DAIŞ di aliyê meydanî de û xetereya wê ya li dijî mirovahiyê têk çû.”
Ebdî destnîşan kir ku di encama şerê dijî DAIŞê de wan derdora 5 milyon ji şêniyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ji kirine û beşeke mezin ji axê Sûriyê rizgar kir û xetereya DAIŞê ya li dijî mirovahiyê ji holê rakirine.
Derbarê qurbaniyan de jî Ebdî wiha got: “Zêdetirî 11 hezar şehîd ji fermandar û şervanên hêzên me şehîd bûn. Her wiha sivîl jî bûn hedefa terora DAIŞê. Di heman demê de, zêdetirî 21 hezar ji şervanên me birîndar bûn. Bi vê boneyê em van lehengan bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî bîranîna şehîdan ditewînin û şîfayê ji birîndarên xwe re dixwazin. Ger wan ew fedakarî nekira, me hemûyan ev serkeftin bi dest nedixist. Di heman demê de em spasiya hemû aliyên ku beşdarî şerê li dijî terorê bûne û nexasim Kaolîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê dikin.”
Ebd got ku sedema sereke ya serkeftina hêzên wan di şerê li dijî DAIŞê de ew e ku rêya demokratîk, pîvanên neteweya demokratîk, azadiya jinan, jiyana hevbeş û biratiya gelan ji xwe re esas digirin ku di nava xwe de hemû şervanên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen û Çerkez û şervanên enternasyonlîst di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk de kom kirin.
Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha tekez kir ku şerê wan Ii dijî DAIŞê heta pêkanîna serkeftina giştî û tunekirina wê dê berewam be û got: “Di heman demê de em ji raya giştî ya cîhanê re radigihînin ku em dest bi pêvajoyeke nû ya şerê li dijî terorîstên DAIŞê dikin. Ev yek jî dê bi rêya hemleyên leşkerî û ewlehiyê yên bi koordîneya li gel hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî be da ku hebûna leşkerî ya veşartî ya rêxistina DAIŞê ku heta niha metirsiyeke mezin li ser herêmên me û tevahiya cîhanê çêdikin, ji holê rakin.”
14:25 Rûdawê dîmenên bidawîbûna DAIŞê ji cîhanê re veguhest
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro şemiyê 23ê Adara 2019an merasîmek li Baxozê bi nimayîşa leşkerî pêk anî û piştre konferanseke rojnamevaniyê bi mebesta ragihandina serkeftina li dijî DAIŞê û bidawîbûna xelafeta wê rêxistinê li Sûriyê saz kir.
Tora Medyayî ya Rûdawê her ji destpêka merasîmê ve bi awayekî zindî vediguhezîne û dîmen jî zindî ji tora televîzyonên Enex û ajansa AP re hat dayîn û bi vê rêyê piraniya kanalên cîhanê merasîmê veguhestin.
11:25 HSDê li Baxozê nimayîşa leşkerî encam da
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi boneya serkeftina di şerê dijî DAIŞê, li Baxozê bi sirûda Ey Reqîb çend nimayîşên leşkerî encam dan
10:00 Çiya Ferat: Em bidawîanîna xelafeta DAIŞê radigihînin
Fermandarê Bahoza Cizîrê Çiya Ferat ragihand ku paş demjimêreke din, em dê li Baxozê daxuyaniyeke çapemeniyê encam bidin û serkeftina bi ser DAIŞê û bidawîkirina xelafeta DAIŞê ji hemû cîhanê re ragihînin.
09:30 Mistefa Balî: Baxoz hat rizgarkirin
Berpirsê Ragihandinê yê HSDê Mistefa Balî li ser twitterê ragihand: “Baxoz hat rizgarkirin, serkeftina leşkerî jî li dijî DAIŞê bi dest hat. Em vê serkeftinê li xizmên şehîdan û birîndarên me pîroz dikin. Ew qehremanên ku bêyî wan ev serkeftin bi dest nediket. Piştî çend salan ji qurbaniyên mezin, mizgîniya jinavçûna bi navê dewleta xelafet didin cîhanê û em peymana xwe li ser berdewambûna li şer û jinavbirina wan çekdarên ku mane nû dikin heta ku bi temamî werin bidawîkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse