Hewlêr (Rûdaw) - Li Helebê şer rojane berdewam e, taxên Helebê di navbera hêzên Hikumeta Sûriyê, çekdarên komên Îslamî û YPGê de hatine parvekirin.
Bajarê Helebê ku duyem mezintirîn bajarê Sûriyê ye û wek paytexta aborî ya wî welatî dihat naskirin, niha di navbera 3 hêzan de hatiye dabeşkirin.
Taxa Şêx Mqsûd û çend cihên dedorê di destê Yekîneyê Parastina Gel (YPG), çend taxên li rojhilata bajêr di destê çekdarên îslamî yên Dijbereya Sûriyê û taxên rojavayê bajêr jî di kontrola Hikûmeta Sûriyê de ne.
Şer û pevçûn li Helebê bi giranî berdewam e, lê belê niha xetera li ser Şêx Meqsûdê ji berê kêmtir bûye, ew jî piştî ku hikumeta Sûriyê riya Kastêlo kontrol kir û Seken Şebabî jî kete destê YPGê.
Di vê vîdyoya 3D de ku li ser rewşa Helebê û taxa Şêx Meqsûd hatiye amadekirin, zanyariyên zêdetir derbarê Helebê û Şêx Meqsûdê bibînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse