Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku çekdarên DAIŞê derbasî bajaroka El Qeryetîn ya ser bi Humsê bûn, 250 hemwelatiyên mesîhî girtin û heta niha çarenvîsa wan ne diyare.
DAIŞ wan tomebtbar dike ku pêwendiya wan bi hikûmeta Sûriyê re heye û dest bi operasyonên girtina ser malan kir, êdî ew girtin û heta niha jî çarenvîsa wan ne diyar e.
Di destpêka kirîza Sûriyê de, bêhtir ji 2 hezar welatiyên xiristiyanî li wî bajarokî hebûn, lê ligel destpêkirina şerê çekdarî hejmareke mezin ji xiristiyanan ji wê bajarokî derketin û berê xwe dane Şamê û berî ku DAIŞê êiş bike, tenê 300 kesên xiristiyanî li bajaroka El-Qeryeteyn hebûn.
Herwiha di nav kesên girtî de, jin û zarok jî hene, li gorî agahiyên Rûdawê, DAIŞê zarokên xiristiyanan birin navendên xwe yên perwerdekirina olî û wan fêrî Qûranê dikin.
Bajarokê El-Qeyeryetên dikeve ser rêya şûnewarên Tedmurê ku di 21ê meha Gulanê de DAIŞê dest danîbû ser wî bajarî û hejmarek ji xelkên sivîl di Meydana Şanoyê ya Tedmurê de gulebaran kirin.
Bi heman awayî di meha Gulanê de, piştî ku Tedmur kontrol kirin, çekdarên DAIŞê serokê Dêra Mar Eliyan a bajarokê El-Qeryeteyn revandin û heta niha jî çarenvîsa wan ne diyar e.
Çekdarên DAIŞê dema ku derbasî her navçeyeke Xiristiyanî dibin, bê cudahî, jin û zarok û zilaman digrin û navê Xenaim El Hereb bi wateya Desketiyên Şer li wan dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse