IRAQ – 200 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinan dibin

26-12-2017
RÛDAW
Nîşan Iraq Hilbijartin Partî
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku heta niha destûra damezrandinê dane zêdetirî 200 partiyên siyasî û eşkere kir, ku di hilbijartinên pêş de dê 24 milyon hemwelatî bikarin dengê xwe bidin.  

 

Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Kerîm Temîmî ragihand: “Heta niha zêdetirî 200 partiyan destûra damezrandinê wergirtine. Bi mercê temamkirina rêûşûnên tomarkirinê, ji sê partiyan re dem hatiye diyarkirin.”

 

Dema tomarkirina navên partiyên nû yên Iraqê di 25ê Berfembarê de bidawî bû. Lê heyama tomarkirina hevpeymaniyên nû dê di 7ê Çileya 2018ê de bidawî bibe.

 

Kerîm Temîmî diyar kir: “Di hilbijartinên dahatî yên Iraqê de 24 milyon hemwelatî dê bikarin dengê xwe bidin. Heta niha jî ji %44ê hemwelatiyan jî tomara navê xwe nû kirine.”

 

Biryare roja 12ê Gulana 2018ê, li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê, hilbijartinên parlamento û encûmenên parêzgehan birêve biçin.

 

Komîsyona hilbijartinan li hêviyê ye, ku ji bo destpêkirina karên hilbijartinan, civata wezîrên Iraqê bûdce bide wan. Lê ji ber parlamentoyê reşnivîsa bûdceya sala 2018ê hê jî pesend nekiriye, ji bo hilbijartinan ti kojmeyekî pareyan jî nehatiye terxankirin.

 

Nivîsîn: Necmî Salih

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst