“Amerîka bi helîkopterê çekan dide DAIŞê”

10-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lêjneya Asayiş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê îdia kir ku Amerîka bi helîkopterê çek û cebilxanê dide çekdarên DAIŞê.

 

Serokê Lêjneya Asayiş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê, Hakim Zamilî di civîna îro ya parlamentoyê de îdia kir ku Amerîka û hêzên hevpeyman bi helîkopterê li parêzgeha Diyale û hinek cihên din yên Iraqê, çek û cebilxanê didin DAIŞê.

 

Li ser vê mijarê, endamê Lêjneya Asayiş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re got, ew daxuyaniya ku Zamilî xwend li gorî agahî û belgeyên ku ji aliyê saziyên sîxuriyê yên Iraqê û milîsên Heşdî Şeidî ve hatine bidestxistin, hatibû nivîsandin.

 

Şaxewan Ebdullah anî ziman ku tê gotin li deverên Zulûiye, Yesrib û Mel`eb ên girêdayî bajarê Romadî û hinek deverên Diyale çek û cebilxane ji çekdarên DAIŞê re hatine avêtin.

 

Ebdullah diyar kir ku wan ji ber vê yekê daxwaza daxuyaniyê ji cihên têkildar kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst