Bîlançoya şerê Mûsilê: Herî kêm 138 kuştî

07-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Li parêzgeha Mûsilê ya Iraqê, di encama şer û pevçûnên navbera hêzên artêşa Iraqê û çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de, herî kêm 138 kes hatin kuştin ku 70 jê sivîl in.

Ji duh ve çekdarên rêxistina îslamî ya radîkal a bi navê DAIŞê êrişî bajarê Mûsilê û deverên derdora bajêr kirine û li gorî agahiyan, beşek ji parêzgehê û hinek taxên bajêr xistine destê xwe, her wiha şer û pevçûnek tund di navbera wan û hêzên artêşa Iraqê de derketiye.

Serokê Lêjneya Ewlehiyê ya Encumena Parêzgeha Mûsilê, Mihemed Îbrahîm li ser rewşa bajêr û şer ji Rûdawê re got, di şerê DAIŞ û artêşa Iraqê de heta niha 27 çekdarên rêxistinê hatine kuştin her wiha 41 serbazêni iraqî jî di şer de hatine kuştin ku termên 21 serbazan hatiye dîtin û 20 termên din jî heta niha li nav bajêr û di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ne.

Mihemed Îbrahîm, her wiha da zanîn, di şer û pevçûnan de herî kêm 70 sivîl hatine kuştin û 36 sivîl jî birîndar bûne.

Îbrahîm, daxwaz kir ku hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê derbasî nav Mûsilê bibin û li dijî çekdarên DAIŞê şer bikin û got, lê dema rewş aram bû bila jê derbikevin.

Alîkarê Serokê Encumena Parêzgeha Mûsilê, Nûredîn Qeblan jî got, aliyê rast ê bajarê Mûsilê ketiye destê çekdarên DAIŞê.

Nûredîn Qeblan anî ziman ku ew ditirsin DAIŞ êrişî zîndana Badoş ya Mûsilê bikin ji ber ku bi sedan tohmetbarên terorê di wê zîndanê de girtî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst