Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên DAIŞê li ser sînorê Iraq û Erebistana Siûdî êriş kirin ser navendeke leşkerî, lê hêzên parastina sînor ên Iraqê bersiva wan dan.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Hikûmata Iraqê Sead Mean ji Rûdawê re ragihand: “Navenda Mehfur Mecne ya Lîwaya Parastina Sînor li ser sînorê Iraq û Erebistana Siûdî rastî êrişeke çekdarên DAIŞ hat.”
Sead Mean wiha domand: “Hêzên parastina sînor bersiva wê êrişê dan û gellek çekdarên wan kuştin û gellek jî birîndar kirin. Herwiha destê xwe danîn ser çend otomobîlên wan çekdaran.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse