Îranê sedema îdamkirina zanayê atomî yê Kurd aşkere kir!

07-08-2016
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistan Kurd Zanayê atomî yê Kurd Şehram Emîrî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Îranê bi fermî îdamkirina zanayyê atomî yê Kurd, Şehram Emîrî piştrast kir û ragihand, ku Emîrî pêwendî bi Amerîka re hebû û sirrên Îranê dabûn dijmin.

 

Berdevkê Desthilata Dadweriya Îranê Xulamhisên Muhsêniyê Êjêyî îro di konfranseke rojnamevanî de li Tehran a paytexta wî welatî ragihand, Şehram Emîrî sirrên Îranê dizanîn û pêwendî bi Amerîka re danîbûn û bi vî awayî zanyariyên hesas ên welat dabûn dijmin.

 

Xuhsiniyê Êjêyî got: “Şehram Emîrî sirrên nihênî yên sîstemê dizanî û pêwendî bi dijminê derce yekê me yanî şeytanê mezin (Amerîka) re pêwendî danîbû.”

 

Êjêyî herwiha da xuyakirin: “Emîrî birin Erebistanê û hizir dikirin ku me ti agahî li rewşa wî nîne, lê belê sîstema îstîxbaratiya Îranê ji hemû tiştî agahdar bû.”

 

Wî rayedarê Îranê tekez kir, ku zanayê atomî Emîrî hewl dabû ku ji nav zîndanê jî zanyariyên hesas ên Îranê bişîne derve.

 

Şehram Emîrî zanayî atomî yê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê di meha 5 a sala 2009an de dema ku çûbû Hecê, li Eebistana Siûdiyê winda bû. Piştre hat zanîn, ku li Amerîkayê ye û di sala 2010an de çû ofîsa parastina berjwendiyên Îranê li Amerîka û pişte bo Îranê hat vegerandin.

 

Di dema vegerê de, Emîrî ji aliyê komek ji berpirsên Hikûmeta Îrnaê li firokexaneyê hat pêşwazîkirin, lê belê piştî demekê hat girtin.

 

Emîrî piştî ku 20 mehan di girtîgehê de ma, ji aliyê dadgehê ve bi 10 sal girtîgehê hat cezakirin û bo parêzgeha Sîstan û Beloçistanê hat birêkirin.

 

Malbata Şehram Emîrî dibêjin, kurê wan roja çarşemiya borî 3ê Tebaxê li cihekî nediyar hatiye îdamkirin.

 

Dayika Şehram Emîrî raihandm berê îdamkirinê wê kurê xwe dîtiye û cenazeyê kurê wê li bajarê Kirmaşanê tê bi ax spatin.

 

Şehram Emîrî zanayê fîzîka tomî û ji dayikbûyê bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê bû.

 

Îdamkirina Emîrî di demekê de ye, ku roja sêşemiyê 2ê vê mehê 20 çalakên sunne mezheb ku hemû Kurd bûn û 3 ji wan xelkê Başûrê Kurdistanê bûn, ji aliyê desthilata Îranê ve li girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê hatine sêdaredan.

 

Şehram Emîrî kî bû?

 

Zanayê atomî bû

Sala 1978an ji dayik bibû

Xelkê Kirmaşanê bû

Akinciyê Isfehanê bû

Li Zanîngeha Malik Eşter lêkolînvan bû

Sala 2009an li Siûdiyê winda bû

Îranê, Amerîka bi recandina wî tohmetbar kir

Piştî salekê vîdyoyeke wî li Amerîka hat belavkirin

Piştre çend peyamên vîdyoyî yên dij bi hev belav kirin

Di nîveka 2010an de vegeriya Îranê

Di dema vegrê de wek qehremanekê hat pêşwazîkirin

Piştre bi tohmeta sîxûriyê hat girtin

Di sala 2012an de 10 sal zîndan û 5 sal jî dûrketin bi ser de hat sepandin.

Di 3ê Tebax a 2016an de li cihekî nediyar hat îdamkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst