FLAŞ – Di navbera YPGê û Artêşa Azad a Sûriyê de şer

24-08-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan YPG HSD Artêşa Azad a Sûriyê Cerablus Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li başûrê Cerablusê di navbera hêzên HSDê ya bi serkişiya YPGê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê de şer derket.

 

Li gorî zanyariyan, piştî ku çekdarên komên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve bi piştgiriya Artêşa Tirkiyê derbasî nav Cerablusê bûn, di navbera wan û şerwanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de şer derket.

 

Hat zanîn, ku şerê navbera her du aliyan li başûrê bajarê Cerablusê derket û bo çend xûlekan dom kir.

 

Li gorî agahiyan Rûdawê, şer piştî çend xûlekan hat rawestandin û niha di navbera şeravnên HSDê û Artêşa Azad a Sûriyê de ti pevçûn nînin.

 

Şêwirmendê Rojnmaevaniyê Artêşa Azad a Sûriyê Îbrahîm Idlibî ji nav Cerablusê ji Rûdawê re derketina şer di navbera çekdarên wan û şervanên HSDê de piştrast kir.

 

Îbrahîm Idlibî got, ku pevçûnek biçûk û demkurt di navbera her du aliyan de derket û tenê çend xûlekan dom kir.

 

Idlibî da xuyakirin, ku şer di encama ji hev tênegihîştinekê de derket, lê pevçûn di demek zû de bi dawî hat.

 

Şêwirmendê Rojnamevanî yê Artêşa Azad a Sûriyê herwiha destnîşan kir, ku pêwîst e hêzên HSDê ji bajarê Minbicê derkevin û ber bi aliyê rojhilata Çemê Firatê ve paş ve vekişin.

 

Îbrahim Îdlibî got, pêwsît bû Hêzên Sûriya Demokratîk piştî kontrolkirina Minbicê ji aliyê rojavayê Çemê Firatê û wan deverên derketiban û rêveberiya herêmê radestî sivîlan bikiribana, lê belê heta niha niyetek wisa ji HSDê nehatiye dîtin.

 

Di bersiva pirsyareke Rûdawê de, ku gelo çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê dê ber bi Minbicê ve jî biçin ku niha şervanên HSDê tê de ne û dê bi wan re şer bikin an na, Idlibî wiha got: “Bê guman em naxwazin li nav Sûriyê dijmineke nû ji me re çê bibe.”

 

Ji aliyekê din ve şer di navbera DAIŞê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê de li başûrê Cerablusê û derdora wê berdewam dike.

 

Îbrahîm Idlibî di vê bareyê de jî ragihand, ku li başûrê Cerablusê û hin cihên din ên derdora Cerablusê şer didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst