Rêxistineke sûrî berpirsatiya kuştina Balyozê Rûsya li xwe girt

19-12-2016
RÛDAW
Nîşan Balyozê Rûsya li Tirkiyê Andrey Karlov Kuştin Tevgera Millî ya Sûriyê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Tevgerek bi navê “Tevgera Millî ya Sûriyê” berpirsatiya xwe li hember kuştina Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê di êrişeke çekdarî de ya li Enqerê de ragihand.

 

Tevgera Millî ya Sûriyê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand: “Em berpirsatiya xwe li hember bi armanc girtina Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê radigihînin û pîrozbayî li gelê xwe dikin bi boneya serkevtîbûna vê çalakiya ku yek ji kesên me yên azad bi hevrêtiya birayên me yên tirk ên qehreman pêk anî.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Ev çalakî destpêka çalakiyên pêşerojê ne, yên ku dê li dijî hemû berjewendiyên Îranê û Rûsya li her cihekê vê cîhanê pêk bihên.”

 

Tevgera Millî ya Sûriyê herwiha banga wê yekê kiriye, ku dê tola welatiyên sûrî ji rejîma Beşar Esed hilde.

 

Di dawiya daxuyaniyê de, vê tevgerê xwe weke ku aliyê leşkerî yê derve yê serbixwe ya Şoreşa Sûriyê bi nav kiriye.

 

Ev yek di demekê de ye, ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihandiye, kesê êrişkar û bikujê Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê ji dayikbûyê navçeya Soke ya Aydînê ye û li Enqerê polîs bûye.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst