Navenda Nûçeyan – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ew girîginyê didin pêwendiyên ligel Tirkiye û Îranê û got, lê em rê nadin ti welat xwe tevlî karê me yê navxweyî bike.
Mesûd Barzanî beşdarî bernameya bi navê “Hevdîtna Îro” ya Al Jazeerayê bû pirsên derbarê têkoşîna li dijî DAIŞê û rojevê de bersivand.
Barzanî diyar kir, li hemberî DAIŞê Hêzên Pêşmerge serkeft û kontrola gelek cihan ji destê rêxistinê de derxistine.
Serokê Herêma Kurdistanê da zanin kontrol di destê pêşmerge de ye û dema têkçûna rêxistina DAIŞê dest pê kiriye.
Operasyona Mûsilê
Barzanî daxuyandin hêj hinek herêman Şingalê di destê DAIŞê de ye û kontrolkirina wan deran jî giredayî operasyona Mûsilê ye.
Barzanî da zanîn wan hêj tam biryar neda tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin lê ligel Hikûmeta Iraqê li ser hin mijaran lihev kirine.
Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê
Barzanî eşkere kir ku li Hewlêrê hevdîtina ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêkanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê girîng bû lê hêj di navbera wan de hin pirsgirêk hene.
Sînorên Sykes-Picotê
Barzanî amaje kir ku sînorên li gorî peyama Sykes-Picotê tenê ne li herêmê, li tevahiya Rojhilatê Navîn hatiye dawîkirin û divê piştî pevçûnan derbarê vê yekê de biryarek hevbeş bê dayin.
Barzanî wiha got: “ Piştî me ew qasî bedel dayî çênabe em paşve gavan bavêjin û divê rewşa me ji niha baştir bibe.”
Pêwendiyên ligel Tirkiyeyê
Barzanî got pêwendiyên ligel Tirkiyeyê baştir bûye li gorî berê û ew li gorî berjewendiyên gelê Kurdistanê hewl dide û wiha domand:
“Ez li gorî berjewendiyên gelê xwe pêwendiyan pêk tînim. Çi ji bo gelê min baş be ez wê dikim. Herwiha Tirkiye û Îran dewletên ciran in û tiştekê normal e pêwendiyên me hebin. Lê em rê nadin ti welat tevlî karê me yê navxweyî bibe.”



