Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şahê Ordinê Ebdullayê duyem beşadrî pêşangeha kelûpelên leşkerî û asayişa neteweyî ya bi navê “Sofex 2014” bû.
Li paytexta Ordinê, Emmanê 20emîn pêşangeha taybet bi kelûpelên leşkerî, kelûpelên opreasyonên taybet û asayişa neteweyî, ku bi navê “Sofêx” tê naskirina, birêve çû.
Di vê pêşangehê de, ku yekemîn pêşangehe di vî curî de ye, 371 komapaniyayên taybet bi berhemanîna kelûpelên leşkerî beşadr in û bi amadebûna wezîrên bergiriyê û berpirsên leşkerî yên bilind li cîhanê birêveçû.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî, ku roja 04.04.2014 bi serdanekê gihiştibû Emmanê beşdarî vê pêşangehê bû.
Ev pêşangeh sala 1994an ji aliyê şahê Ordinê Şah Ebdulla yê duyem ve hatibû damezrandina û niha ew yekemîn pêşangeha taybet bi kelûpelên leşkerî, kelûpelên opreasyonên taybet û asayişa neteweyî li cîhanê ye.



.jpg&w=3840&q=75)