Şervanê amerîkî yê YPG: Pentagon û Wezareta Derve li ser YPGê nakok in

05-09-2016
RÛDAW
Şervanê YPGê Robert Amos
Şervanê YPGê Robert Amos
Nîşan Şervan YPG Robert Amos Rojavayê Kurdistanê Amerîka Pentagon Wezareta Derve ya Amerîka Joe Biden DAIŞ
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Şervanê amerîkî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Robert Amos ji Rûdawê re ragihand, ku di navbera Wezareta Derve û Wezareta Parastina Amerîka de li ser YPGê nakokî heye û daxwaza Joe Biden ya bo vekişîna hêzên kurdî ji rojavayê çemê Firatê û redkirina wê siyasetê ji aliyê Pentagonê ve ew yek bi aşkere derxist holê.

 

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden di kampîna berbijarê Partiya Demorkat Hillary Klinton de diaxivî, ku ji nişka ve aramiya salonê bi dengekê bilind hat têkdan. Ji nav xelkê kesekî axavtina Biden birrî û bi dengelekî bilind jê pirsî, ku çima wan ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re got, ku ji rojavayê Çemê Firatê paşve vekişin.

 

Her çend ku wêne û dîmenê wî nehat nîşandan, lê belê dengê wî têra wê yekê kir, ku bala Biden bikişîne ser xwe.

 

Navê wî kesî Robert Amos e ku heyama 6 mehan şervanê YPGê bûye û li Rojavayê Kurdistanê di nav refên YPGê de şer kiriye.

 

Robert Amos ji ber helwesteke Biden aciz bibû, dema ku di serdana xwe ya meha borî de bo Tirkiyê daxwaz ji YPGê kiribû, ku ji rojavayê Çemê Firatê vekişe.

 

Amos bi hawar ji Biden re got: “Te çima gote YPGê vekişin? Hevalên min hatin kuştin, hevalên min ên amerîkî li ser wê axê hatin kuştin û xwîna wan hat rijandin.”

 

Biden di bersiva Amos de got: “Ji ber ku rêkevtin bi vî awayî bû, ku Minbicê rizgar bikin, paşê vekişin ber bi pişt Çemê Firatê, da ku em hêzên xwe yên taybet li wir bicih bikin.”

 

Biden herwiha piştre daxwaz ji wî şervanê YPGê kir, ku piştî gotara wî, ew bi hev re li ser wê mijarê biaxivin.

 

Rêvebirê Ofîsa Rûdawê li Washingtonê Namo Ebdullah di bernameya Rêya Koşka Spî, hevpeyvînek li gel wî şervanî kiriye. Robert Amos di vê hevpeyvîna taybet de, behsa bûyera gengeşeya li gel Joe Biden, rewşa Rojavayê Kurdistanê û YPGê dike.

 

Rûdaw: Te çima axavtina Biden birrî û te pirsyar jê kir?

 

Robert Amos: Ez nizanim çima ji Kurdan re dibêje, ber bi rojhialtê Firatê ve vekişe. Sedema wê yekê ku min Biden hilbijart ku li gel biaxivim, ev bû ku wî merc ji wan (Kurd) re danî. Ez ji lojîka pişt wî karî fam nakim. Eger em li dijî DAIŞê yan jî li dijî terorî şer dikin, Tirkiye heta wê demê jî tiştek wisa li dijî DAIŞê nedikir, weke hewldan bo girtina axê yan tiştek bi vî awayî. Ez bawerim ku gelek watedar nîne. Zêdebarî wê yekê jî 3 amerîkî di dema hewla girtina Minbicê de hatin kuştin. Ew ax, ne tenê xwîna Kurd, belku xwîna amerîkî jî li ser hatiye rijandin. Biden daxwaz kir bidin DAIŞê yan bidin rêxistinekê ku nehatiye diyarkirin, kê ye.

 

Duyem tişt ewên ku dagîrkariyê encam didin, Artêşa Azad a Sûriyê nînin. Komek grûpên cuda ne ku hinek ji wan ji yên din kêmtir tundrewtirin, lê belê piraniya wan weke Suqur Şam in ku komeke terorîstî ye û komkujî li dijî Kurd û netewên din ên herêmê encam dide. Ez bawer im, pêwîst e kesek vê behsê bike rojev. Dema ku min ew mijar behs kir, ji min û her kesekê din ê şarezayê Sûriyê re zelal bû, ku zanyariyên dirist li ser rewşê nedane Biden. Wî behsa hêza operasyona taybet kir, ku heta li wê herêmê jî nînin. Li parêzgeha Hesekê ne. Ti hêzeke operasyona taybet li parêzgeha Helebê nîne weke ku wî hewl da bêje.

 

Ma YPGê bi xwe niyeta wê nebû ku piştî rizgarkirina Minbicê ji vî bajarê vekişe?

 

Ez tekez nizanim. Pêştir min tiştek wisa nebihîstiye. Her tiştek be jî, renge hinek cudahî di navbera YPGê û aliyên din ên nav Hêzên Sûriya Demokratîk hebe. Niyeta wê hebûne yan na, giringiyeke lawekî heye, dema ku tu bi wê raber dikî, ku dê kê cihê wan bigire.

 

Dikarî hinekê behsa wê yekê bikî, ku te li Rojavayê Kurdistanê çi kir?

 

Ji wê dema ku operasyona Til Hemîs birêve diçû, ez li wê derê bûm. Nêzîkî mehek an jî du mehan min li Til Hemîsê xizmet kir. Herwiha li Rojavayê Serêkaniyê jî min xizmet kir û min beşdarî di destpêka operasyona Girê Spî kir. Bo heyameke kurt jî ez li Dêrikê bûm. Pirraniya dema xwe min li Til Hemîsê û rojavayê Serêkaniyê derbas kir.

 

Bi giştî tu çend heyaman li wê derê mayî?

 

Nêzîkî nîv salî (6 mehan).

 

Tu naxwazî vegerî bo nav YPGê?

 

Niha nizanim. Hinek caran ez hest dikim ku pêwîst e ez vegerim. Babet ev e ku gelek pê diçe ku tu vegerî. Ez hest dikim ku pêwîst e ez li wê derê bim. Hest bi curek ji tawanê dikim ku di wî demî de ez ne li wê derê me.

 

Piştî ku Tirkiye çûye nav Sûriyê û gef li YPGê û Rojava kir, tu dilgiran nebûyî ku ew herêm ji destê YYPGê bên derxistin, piştî ku te û hevalên te li gel YPGê, we ew dever rizgar kirin?

 

Bê guman, ev dilgiraniye heye. Ev mezintirîn tişt e. Hevalên min hebûn ku li wê derê hatin kuştin. Ez hest dikim ku hemû bi erzanî û belaş xwe bext kirine. Altenatîv jî sedemeke xirab e. Xelkek ku xwediyê nirxên mirovatî, yeksanî û piralîtiyê nînin, ew alternatîv e ku Tirkiye dide wê herêmê. Alternatîvek tirsnak. Tekane sedem ku Joe Biden rê da ew yek biqewime, ev e ku gelê Amerîka di arstiyê de nizanin li Sûriyê çi derbas dibe. Pirraniya amerîkiyan renge wiha difikirin, ku Kurd cure penîrek e ku li wîlayeta Weskansiyen berhem tê.

 

Nêrîna te çiye derbarê tişta ku çê bû? Wiha xuya dike ku Pentagon û Hikûmeta Amerîka ji wê gotina Biden poşman bin û ji Tirkiyê re gotine, ku ew naxwazin YPG were bombebarankirin û piştgiriya Tirkiyê nakin di vî karî de. Herwiha Pentagonê got, ku wan ji YPGê û Tirkiyê re gotiye piştgiriya me bo we her du aliyan bi wê mercê ye ku şerê DAIŞê biki, nek şerê hev.

 

Ya ku em dibînin, ev e ku cure dabeşbûnek heye û bo demek dirêj û her dem ew dabeşbûne di nav Hikûmeta Amerîkayê de hebûye; Di navbera Wezareta Derve û Wezareta Parastinê de. Ku mijar tê ser asayişa Amerîkayê, armancên YPGê bi timamî li gel asayişa Amerîkayê yek digirin, lê belê di Wezareta Derve ya Amerîkayê, wiha hizir dikin ku cuek dostatî bi Tirkiyê re qazanc heye. Ez wiha difirkirim, ku ev yek heman ev tişt e ku me dît. Di vê baweriyê de me ku Joe Biden renge zêdetir alîgirê helwesta Wezareta Derve be, ku hinek ji wan piştevaniya komên weke Artêşa Azad a Sûriyê dikin. Ez wiha dizanim, ev yek bû ku me dît. Her ku ev siyaset hat kirin, Wezareta Parastinê ji aliyê xwe ve bi tundî red kir. Wê yekê jî îdareya Obama anî ser hişê xwe. Ezbawer nakim ku ev biryar biryarkee hişyarane û yekrêz a îdareya Obama be. Ez wiha dibînim, ku ew yek zêdetir hizra Biden an jî John Kerry bû. Obama jî kete dû wê.

 

Te di nav refên YPGê de şer kiriye û nêzîkî 6 mehan di nav wan de tu jiyayî. Derbarê wan raportan de tu çi dibêjî ku YPGê bi paqijiya netewî û tepeserkirina kîneyan û xirab bikaranîna desthilatan tohmetbar dikin. Wê dema ku tu li wê derê bûyî, te tiştek ji wan bi çavê xwe dît? YPGê çawan serederiyê bi xelkê re dike?

 

Na. Bi ti awayekê. Min nedît ku YPG ti tiştek weke paqijkirina (jinavbirina) netewî encam bide. Ez wiha dibînim ku YPG yek ji rêxistinên herî plural ê cîhanê ye, lê belê gelek ji rêxistinên din ên Kurdî cudatir e. Gelek kêmtir baweriya wan bi netewatiyê heye. Min ti arîşeyeke li gel wê yekê nîne. Lê belê kêmtir bawerî bi nasyonalîzmê hene. Ez bawerim eger em rexne li YPGê bigirin, gerek em bipirsin, alternatîv kê ye?

 

Ka em berê xwe bidin siyasetên komên cuda. Pêwîst e Amerîka piştgiriya kîjan komê bike? Min tiştek bi vî cureyî nedît. Hemû kantonan rêvebireke Mesîhî, Eeb û Kurd heye. Heta di formolê de jî nabe ku nehevsengî hebe, eger tu desthilatdariya herêmekê bikî.

 

Tu wiha difikirî ku ew hemû dengo û tometbarkirin, gotinên zêde ne?

 

Belê, renge yek du tiştên rast tê de hebin. Yek du mînakên biçûk ku ez nizanim, lê belê ez dizanim ku ew ne giring in.

 

Yanî te bi çavê xwe binpêkirina mafê mirov nedîtiye?

 

Nexêr. Ti demî. Min tiştek wisa nedît û min tiştek wisa têbînî nekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst