Navenda Nûçeyan - Piştî ku çar welatên Erebî biryar dan ku ji ber sucê piştgirî dayina terorê, têkiliyên xwe yên dîplomatîk li gel Qeterê qut bikin, Lîbya, Yemenê û Maldivyayê jî wekî piştigrî biryar dan, ku têkiliyên xwe bi Qeterê re qut bikin.
Erebistana Siûdî, Behrêyn, Îmarat û Misirê biyar dan ku peywendiyuên xwe yên dîplomatîk û asayi li gel Qeterê bibirîn.
Wezîrê Karê Derve ya Hikûmeta Demkî ya Lîbyayê Mihemed Dairî ragihand ku wan ji bo piştgiriya çar welatan navborî, biryar daye ku peywendiyên xwe bi welatê Qeterê qut bikin û ameje kir ku Qeterê dijminatiya welatî wî kiriye.
Ji aliyê din ve hikûmeta Yemenê jî bi daxuyaniyeke ragihand ku çimkî welatê Qeterê alîkariya Husiyan kiriye, dê ji îro pêve peywendiyên xwe li gel Qeterê qut bikin.
Bersiva Qeterê
Wezareta Karên Derve ya Qeterê ragihand, ku ew ji ber biryara qutkirina têkiliyên dîplomatîk a Erebistana Siûdî, Behreyn û Îmaratê xemgîn in.
Ji Wezareta Karên Derve ya Qeterê hat da xuyakirin, ku ew ji ber biryara qutkirina têkiliyên dîplomatîk a Erebistana Siûdî, Behrêyn û Îmaretê xemgîn in û li hemberî vê biryarê mat mane û tekez kir, biryar ji ber îdiayên bêbêngeh hatiye dayin.
Qeterê diyar kir, ku ev demek e li dijî wê kampanyaya reşkirinê tê birêvebirin û ti bingeha îdiayanderheqê wî welatî de tine ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ku Qeter yek ji endamên çalak ên Encumena Hevkariya Kendavê ye, her dem girêdayî peyman û biryarên li vir hatine hildan, li hemberî desthilatdariya welatên din rêzê digire, destwerdanê di karûbarên navxweyî yên dewletên din de nake, herwiha li dijî terorê jî têdikoşe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse