Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê daxwaz ji Amerîkayê kir, PKKê wek DAIŞê nebîne, ji ber ku PKK şerê çekdarên DAIŞê dike.
Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, îro 30ê Tebaxê şandeke pilebilind a konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê serdana Parlamentoya Kurdistanê kir û ji aliyê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed ve hat pêşwazîkirin.
Li gor daxuyaniyê, Şanda Amerîkayê ji Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Matthias Mitman û Cîgirê Konsul û Berpirsê Beşa Siyasî ya Konsulxaneya Amerîkayê pêkhatibû û bi serokê parlamentoyê Yûsif Mihemed re civiyan.
Di daxuyaniyê hat gotin, Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed ji şanda Amerîkayê re got: “Em hêvîdarin hûn di vê qonaxa niha ya Herêma Kurdistanê de jî piştevanê me bin da ku jiyana demokratîk û kêberiyên siyasî ber bi pêşve biçin.”
Li gor vê daxuyaniyê, Yûsif Mihemed herwiha ragihand: “Bi bexetewerî ve kêberiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bandor li ser wêrekî ya Hêzên Pêşmerge nebûye û çend roj berî niha li sînorê Kerkûkê serkevtinek mezin bi dest xistin.”
Herwiha Yûsif Mihemed tekez kir: “Em dilhêsayiyê didin Hêzên Pêşmerge ku kêberiyên siyasî dê bi rêyên aştiyane werin yekalîkirin. Em hêvî dikin, berovajî welatên herêmê, bi wê rêyê jiyana demokratîk a Kurdistanê geş bikin.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin, ku şanda Amerîkayê û Serokê Parlamentoya Kurdistanê derbarê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û şerê li dijî DAIŞê de jî gotûbêj kirine.
Li gor daxuyaniyê Yûsif Mihemed di vê civînê de daxwaz ji Amerîkayê kir, ku wek DAIŞê berê xwe nede PKKê û tekez kir: “Nabe PKK û DAIŞê wek hev werin dîtin, çimkî PKK niha li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi qehremanî rûbirûyê DAIŞê dibe.”
Daxuyanî amaje bi wê yekê jî dikee, ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê Matthias Mitman jî di vê civînê de ji ber serkevtina çend rojên borî yên Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê pîrozbayî li Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed kir.
Matthias Mitman derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî axivî û got: “Ev pirs, mijareke navxweyî ye. Em hêvdarin hemû alî bi hev re çaresereke guncaw bibînin, ji ber ku em Herêma Kurdistanê bi hevbeşekê sereke yê xwe di şerê li dijî terorê de dizanin.”
Sekreterê Rojnamevanî yê Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Kameran Subhan jî ji Rûdawê re ragihand, Konsulê Giştî yê Amerîkayê di civîna îro de amadeyiya welatê xwe bo alîkariya Herêma Kurdistanê di pirsên siyasî de û bi taybet di pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de nîşan da.



