Hewlêr (Rûdaw) – Li paytext Hewlêrê, îro danê sibê depoyeke mezin a çek û teqemeniyan teqiya û di emcamê de ziyaneke mezin gihişte depoyê.
Îro (30-06-2018) li bajarokê bajarokê Behrike ya Hewlêrê, demjimêr 04:30ê sibê li depoyeke mezin a çek û teqemeniyan agir derket û teqîn pêk hat. Di encama vê bûyerê de zirar û ziyaneke mezin gihişte depoyê.
Ev sêyemîn car e, ku li Hewlêrê agir bi depoya çek û teqemeniyan digre.
Di Tebaxa 2017ê de li nêzîkî Firokexaneya Hewlêrê agir bi depoya çek û teqemeniyan girtibû. Teqînên li vê depoyê li piraniya taxên Hewlêrê hatibû bihîstin. Lê ti ziyaneke canî nebibû.
Herwiha par li kolana Newroz a Hewlêrê jî di depoyeke baregaha Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî de jî ji ber bilindbûna asta germê agir derketibû û di encamê de 3 pêşmerge birîndar bibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse