Bi vîdyo: Şerê li Parlamentoya Kurdistanê

30-06-2013
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Di rûniştina îro ya parlamentoya Kurdistanê de ji ber nakokiyên navbera parlamenterên opozisyon û deshilatê de şerê boksan rûda.

Nûçegihanê Rûdawê ji parlamentoya Kurdistanê ragihand: “Parlamenterê Tevgera Goran Ebdullah Mele Nûrî cama li pişt serokê parlamentoyê şikênandiye û êrişî serokê parlamentoyê kiriye.”

Nûçegihanê Rûdawê bal kişand ser wê yekê ku parlamenterên jin jî helwest wergirtin û şer dikin.

Di dema nakokiyên li parlamentoya Kurdistanê parlamenterekî Fraksyona Goran wiha got: “Ebdullah Mele Nûrî helwestekî tund nîşan da, ji ber ku deshilat bi ti awayî guhdariya me nake.” Parlamenterê Goran wiha got: “Ebdullah Mele Nûrî hatiye binçavkirin.”

Li gor zanyariyên ku nûçegihanê Rûdawê dane, Fraksyona Komela Îslamî ya Kurdistan û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî ji parlamentoyê derketine.

Ji ber şer û nakokiyên navbera opozisyon û dehilatê de, serokê parlamentoyê rûniştina parlamentoyê rawestand.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst